ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-09 09:00:34     * Ji ber gotinên "Dê AKP-MHP hesab bide" û "ji bo hesab bidin em ê li ber xwe bidin" bi îdiaya "di warê kîn û dijminatiyê de tehrîkirina gel" doz li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat vekirin.    * Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî Ahmet Sûbaşi bilêv kir ku di qada giştî de tunehesibandina kurdî tê wateya redkirina kurdan û got ku divê kurd di zimanê xwe de israr bikin.    * Dê di Organîzatoriya Muzeya Bîrê ya Ji bo Edaleta Dîrokî de, pêşangeha "Raborî îro ye" ya der barê Darbeya 12'ê Îloa 1980'yan bê lidarxistin.    * Salvegera qetilkirina Jîna Emînî nêz dibe, lê rejîma Îranê binçavkirin û girtinan zêdetir kir. Partiyên muxalif, gel û malbata Emînî biryara çalakiyê dan. Li Îranê gel amadekariya 16'ê Îlonê dike.    * Jinên wanî diyar kirin ku êdî ji ber zeman nikarin debara xwe bikin û gotin: "Em bi 300 lîreyî diçin bazaran lê ji ber zeman em destvala vedigerin."    * Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Perwerde û Çandê ya Odeya Endezyarên Makîneyan dê berdewam bike. (10.00)   * Xizmên Windayan û ÎHD dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê li dar bixin. (11.00-12.00)   * Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk dê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 963'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * ÎHD bi armanca piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran çalakiyên piştgiriyê li dar bixe. (12.00)    * TJA, Partiya Çepên Kesk, MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER dê li Eywana Garden Grand Life ya li navçeya Avcilarê şahiya gel li dar bixin. (12.00-17.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 597'emîn de li ber avahiya xwe çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe.  (13.30)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 469'emîn de li ber ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)