Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin 2023-09-09 11:18:47   RIHA - Li Rihayê kesek ku îşkenceyê li birayê xwe yê felcbûyî dikir, hat binçavkirin.    Li taxa Akpayir a navçeya navendî ya Karakopruya Rihayê dîmenên ku kesek li nexweşek felcbûyî îşkence dikir li ser medya dîjîtal belav bûn. Îşkenceya li şaneşîna malekê li kesê nexweş dihat kirin, ji aliyekî welatiyekî ve dîmenên wê kêliyê bi telefonê hat girtin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku kesê bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne extiyar e û dema li şaneşînê razayî ye bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne.    Hat zanîn ku ew kesê îşkenceyê dike birayê kesê nexweş e û navê wî Bîlal Ûgûr e. Hat diyarkirin ku ev kes du sal in felcbûyî ye û her tim bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Hat îdiakirin ku birayê wî dest daniye ser meaşê astengiyê yê kesê nexweş.    Piştî dîmen li ser medya dîjîtal belav bûn, derbarê Bîlal Ûgûr de lêpirsîn hat destpêkirin û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Ûgûr xebatkarê kadroyî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê ye. Kesê ku tundî jî lê hat kirin, Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî ya Rihayê wî hilda bin parastina xwe.