‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’ 2023-09-09 13:32:45 STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan ê di hevdîtina bi malbatan re ku MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER û TJA’yê li dar xist de axivî, anî ziman ku ji bo pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) bi dirûşmeya “Em bi malbatên xwe re jiyana azad û rêxistinkirî mezin dikin” li oteleke li navçeya Avcilar a Stenbolê bi malbatan re hatin bahev.    Li eywana ku aktîvîte lê tê lidarxistin pankartên “Em bi malbatên xwe re jiyana azad û rêxistinkirî mezin dikin” , “Soza me ji wan re heye ku em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin” , “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em ê tecrîdê teqez bi dawî bikin” hatin daliqandin.    Ji bilî gelek malbat û xizmên girtiyan kurê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de di dema qedexeyên derketina derve de bi şewitandinê hate qetilkirin, Adem Tûnç, Dayikên Aştiyê, malbata Yilmaz Uzun ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 3 salan hestiyên wî di qûtiyekê de hatin teslîmkirin, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan û Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mûrat Kalmaz, endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Marmarayê û gelek kes tev li aktîvîteyê bûn.   Aktîvîte ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Ayhan Yildiz ê axaftineke kurt kir, anî ziman ku nayê qebûlkirin ku cenazeyên kesên di salên dawî de di şer de jiyana xwe ji dest didin di qûtiyan de radestî malbatên wan bên kirin û bal kişand ku dewletê bi taybetî li dijî malbatên kesên jiyana xwe ji dest didin polîtîkayên qirêj xistine meriyetê.    ‘EZ XWE AZAD HÎS NAKIM’    Mûsa Şanak ê di girtîgehê de demekî dirêj hate ragirtin, diyar kir ku girtina 30 salan ne demekî kurt e û wiha got: “Li Îmraliyê û girtigehên din tecrîdeke dijwar tê pêkanîn. Derketina ji girtîgehê weke azadî were penasekirin jî aliyekî min di girtîgehê de ye. Ji ber ku gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Heta ku pirsgirêkên li girtîgehan çareser nebin û hevalên me neyên berdan ez ê xwe azad hîs nekim.”   POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Aktîvîsta TJA’yÊ Felek Erdem jî destnîşan kir ku tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê her ku diçe mezin dibe. Erdem, diyar kir ku dewlet dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet ciwanan ji civakê dûr bixe û wiha got: “Bi polîtîkayên şerê taybet jinên ciwan bi tiryak û fihûşê ji nasnameya wan dûr dixin. Lê em dizanin ku malbat van êrişan vala derdixînin. Îro di kesayeta Abdûllah Ocalan de tecrîd li hemû gelan û zindanan tê pêkanîn. Divê em li dijî vê di nava berxwedaneke civakî de bin. Hevalên di zindanê de bi polîtîkayên cuda yên dewletê re rû bi rû dimînin lê berxwedaneke mezin dimeşînin. Divê her kes ji xwe bipirse ku ‘ev têkoşîn tê re dike an na’. Divê têkoşîn tên li ser zindanan nemine. Divê em weke gel li ber tecrîdê bisekinin. Li 4 parçeyên Kurdistanê şer heye. Li dijî ziman, xweza û çanda me êriş hene. Êriş û komkujiyên li dijî jinan zêde dibin. Ji bo pirsgirêka jinan ji bo zarok neyên îstîsmarkirin divê em têbikoşin. Ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyan e. Divê em refleksên xwe mezin bikin. Malbat çiqad xurt bin ciwan jî dê ewqas xurt bin.”   ‘RÊYA ZAROKÊN ME RÊYA ME YE’    Salîha Çelîk a dayika Eyup Çelîk ku hestiyên lawê xwe di kîsekî de wergirtibû jî wiha got: “Ez tenê ne dayika Eyub im. Ez dayika hemû şehîdan im. Bila serê hemû gelê me sax be. Em ê heta mirina xwe li pey doza zarokên xwe bin. Dewlet êdî cenaze û hestiyên zarokên me di qitûyan de dide me. Dixwazin wisa me bitepisînin lê bila ew baş bizanibin em ê serî netewînin. Em dayika wan şêr û qehreman in.”    DI BIN SIYA ÇEKAN DE MERASÎMA CENAZE    Îbrahîm Ûzûn ê bavê Yilmaz Ûzûn ê ku beriya bi çend rojan cenazeyê lawê xwe di qitûyê de wergirtibû jî wiha axivî: “Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Cenazeyê lawê min di qitûyekî de dan min. Ev ne bes e nehiştin ku mele were nimêj û terqîna cenaze bike. Deriyê mizgeftê li me girtin. Nehiştin em nimêja cenaze bikin. Me di dorpêça leşkeran de hestiyê lawê min veşart. Di bin siya çekan de me cenaze da axê. Ew çiqas zilmkar bin em jî ewqas palewan in. Xeyala şehîdên me xeyala me ye, rêya wan rêya me ye. Şehîd namirin.”    PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Rêberî vî gelî Abdullah Ocalan e. Divê em di siyasetê de tifaqa xwe xurt bikin. Li çar aliyên Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet a dewletê li ser kar e. Bi tecrîdkirinê şerê taybet didome. Polîtîkayên tasfiyekirina siyaseta kurd di dewrê de ne. Heke em yekitî û tifaqa xwe xurt bikin wê siberoj ên me bin. Siyaseta me ji bo azadiya gelê me û welatê me ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan div î warî de ji me re rêberiyê dike. Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîn û mîrateya malbat û şehîdên xwe derkevin.”