Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin 2023-09-09 16:07:24   ŞIRNEX - Ji bo endamê HPG’ê Haci Alî Yîgît ê di bombe barana li çoltera navçeya Elkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Cizîrê şîn hate danîn. Bi sedan kesan serdana şînê kirin.    Di 27’ê tîrmehê de li qada Betkar a navçeya Elkê ya Şirnexê Haci Alî Yîgît (Yûsûf Pîrosî), Levent Andîç (Têkoşer Pêncewîn), Îsa Temel (Zerdeşt Îsyan) di encama bombe barana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku malbata Yîgît a li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî di nûçeyên çapemeniyê de hîn bû ku lawê wan jiyana xwe ji dest daye li mala xwe şîn danî. Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û bi sedan welatî serdana şîna Yîgît kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê û parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir ê di şînê de axivî, anî ziman ku heta gelê kurd azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Bayindir, diyar kir ku li dijî zilmê 50 sal in têkoşîna gelê kurd didome, di vê oxirê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Êşa me ye mezin e lê em dikarin bi gelê xwe re mil bidin milê hev û Kurdistanê azad bikin. Dewletê hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava kiriye. Ji ber vê yekê di sala 2015’an de ‘pêvajoya çareseriyê’ qedand. Ji bo ku gelê kurd tasfiye bikin sala 2023’yan weke sala fînalê dibînin. Di dîrokê de tu caran gelê kurd li dijî zext û zilmê serî netewand û wê ji niha û şunde jî netewîne. Pêşengê vê têkoşînê duh jî gelê Botanê bû îro jî gelê Botanê ye.”