MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe 2023-09-09 16:53:32     AMED - MED TUHAD-FED îşkenceya li Girtîgeha Panosê li girtiyan hat kirin şermezar kir û xwest tecrîd û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.    Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED’ê (MED TUHAD FED) têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Panosê ya Jinan li jinan hat kirin li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag daxuyanî xwend û bi bîr xist ku pêkanîn û muameleyên kêfî yên li girtîgehan berdewam dikin. Akdag got girtîgeh veguherîne cihê mirinê û xwest girtiyên nexweş bên berdan.   ‘DAWÎ LI TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ BÎNIN’    Akdag bal kişand ser îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Panosê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer û got: “Zexti zilm, îşkence, tundî û binpêkirinên mafan helbet ji tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qut nîne. Em dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyan û îşkencekirina girtiyan demildest bi dawî bibe û dest ji polîtîkayên binpêkirina mafan bê berdan.”