Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin! 2023-09-09 21:00:34   NAVENDA NÛÇEYAN - 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya de hezar kesan bi coş pêk hat. Di festîvalê de bal kişandin ser daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome ye, îsal bi dirûşmeya “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka Kurd, statu ji Kurdistanê re” li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat lidarxistin. Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Kurdistanî yên ji welatên cuda yên weke Elmanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê, herikîn Rebstockparkê ku festîval lê bû.   PANKARTA 'JI KURDAN RE STATU Û AZADÎ' HATE HILGIRTIN   Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi alên xwe ve balê kişandin. Li qada festîvalê ku coşeke mezin lê serwer bû, pankarta 'Ji Kurdan re statu û azadî' li dikê hat daliqandin û bi sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin.   Li qadê bi hezaran kesan wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de şehîd bûne vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. Li qada festîvalê ya bi rengên neteweyî yên Kurd hatibû xemilandin, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên Kurd ên cuda ji bo pêşxistina çanda Kurdî stand vekirin. Her wiha nivîskar di pêşangehên pirtûkan de bi xwendevanên xwe re hatin ba hev.   Festîvala ku bi dirûşmeya “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka Kurd, statu ji Kurdistanê re” hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.   Festîval piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zubeyde Zumrut, hevserokên KON-MED’ê Emîne Ruken Akça, Kerem Gok, Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan û nûnerên konfederasyona girêdayî KON-MED’ê derketin ser dikê û gel silav kirin.   ZUBEYDE ZUMRUT: EM BI BIRYAR IN KU RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN   Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt. Zumrut diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li çar parçeyan gelê Kurd qetil dike û got: “Zîhniyeta ku 100 sal in gelê me qetil dike, li benda komkujiyên nû ye. Lê gelê Kurd bi biryar e ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de azadî û mafê xwe yê statuyê bi dest bixe. Tecrîda Îmraliyê ya li Rêber Apo ji aliyê gelê me ve neyê qebûlkirin. Gelê me ji bo azadiya Rêberê xwe bi biryar e. Ger em tecrîda li ser Rêbertî neşkînin, dewleta Tirk wê li her çar aliyê Kurdistanê bi taybet li Rojava komkujiya li ser me bidomîne.”   SEVER: EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO STATUTA KURDISTANÊ Û AZADIYA OCALAN LI QADAN BIN    Engîn Sever jî diyar kir ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de daxwaza gelê Kurd a ji bo statuyê zêdetir derket pêş û destnîşan kir ku siyaseta Kurd ji bo statuya Kurdistanê wê bi gel re  hemû derfetên xwe seferber bike. Sever anî ziman ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê sûcekî giran ê mirovahiyê ye û got ku di bin kûrkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ku 25 sal in didome de, li dijî gelê Kurd polîtîkayên nû yên komkujiyê tên plankirin. Sever anî ziman ku Kurd wê li her qadê bi rojeva ji Abdullah Ocalan re azadî û Kurdistanê re statu bin û ji saziyên navneteweyî û welatên têkîldar xwest ku dev ji polîtîkayên durtûtiyê berdin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”   Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan jî axaftina xwe bi Elmanî kir. Ayten Kaplan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştre Parlementerê Federal ê SPD’ê Armand Zorn mafê axaftinê girt.   Di festîvalê de peyamên Nûnerên Festîvala Çanda Kurd, Muzîkjenê Elman Konstantîn Wecker û xwediyê Xelata Nobelê ya Edebiyatê ji Avusturyayê Elfrîede Jelînek hatin xwedin.   Festîval bi guhdarkirina koma muzîkê ya Kevana Zêrîn berdewam kir û sînevîzyona li ser dîroka 30 salî ya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî hat nîşandan. Piştî guhdarkirina Koma Muzîkê ya Ereb Goksel û Koma Muzîkê ya Ensebleyê, peyama nivîskî ya KCK’ê hate xwendin. Hunermenda Rojhilatî Jale Sineyî jî derket ser dikê.   BEDRAN OZTURK: GELÊ KURD TEVÎ QIRKIRINÊ JÎ BI DAXWAZA STATUYÊ LI BER XWE DIDE   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Amedê Bedran Ozturk ku beşdarî festîvalê bû, gel silav kir û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bi bîr anî.   Ozturk diyar kir ku festîvala ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de tê lidarxistin xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Bi ser peymana Lozanê 100 sal derbas bûn. 100 sal berê hêzên navneteweyî Kurdistanê parçe kirin. Paşeroja gelê Kurd hiştin însafa dewleta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Wan dewletan ji bo asîmîlekirin û tinekirina gelê Kurd polîtîkayên qirêj û qirkirinê pêk anîn. 100 sal bi ser de çû; Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi nasname û çanda xwe heye. Tevî hemû komkujiyan îro li ber xwe dide û daxwaza statuyê dike.”   Ozturk, anî ziman ku Lozan ku Kurdistan parçe kir îro jî berdewam dike û got: “Dewletên ku hêz ji peymana Lozanê girtin, tecrîda giran li ser Birêz Abdullah Ocalan dimeşînin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi şirîkatiya dewletên Ewropayê û Emerîkayê didome. Bi tecrîdê re tê xwestin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û di sedsala nû de Kurd bê statu bihêlin. Birêz Abdullah Ocalan ne şexsekî ye, vîna bi mîlyonan temsîl dike. Bi vê tecrîdê re dixwazin hêviya azadiyê ya gelan tune bikin.”   Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û anî ziman ku sedema vê qeyranê polîtîkayên şer in û mûxalefeta ku li dijî van polîtîkayan dernakevin jî şirîkê vê ne.   ‘DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ BÊDENGIYA SAZIYÊN RAYEDAR RABE’   Ozturk got ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya erêkirina tecrîdê û bang li gel kir ku li dijî vê bêdengiyê têkoşînê mezin bikin.   ‘JIYAN BI KURDÎ XWEŞ E’   Ozturk bal kişand ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya di jiyana rojane de û got: “Divê em li dijî asîmîlasyonê çand û zimanê xwe biparêzin. Em zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane de bikarbînin. Jiyan bi Kurdî xweş e. Ger zimanê me tune bibe, wê dîrok, çand û hemû tiştê me tune bibe. Bila her kes pêşî zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bike.”   Di festîvalê de parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş û Mahmût Şakar derketin ser dikê û derbarê pêvajoya hiqûqî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî dan girseyê. Omer Guneş bi Kurdî û Mahmût Şakar jî bi Tirkî agahî dan. Parêzeran bang li gelê Kurd kirin ku di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî li Rêberê xwe derbikevin, têkoşînê mezin bikin û di platformên navneteweyî de têkoşîna siyasî û hiqûqî bi piralî mezin bikin.   Piştî axaftinan, ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Rêwîtiya Azadiyê” li bajarê Dortmund ê Elmanyayê dest bi meşê kirin û di nava 5 rojan de heta Kolnê meşiyan, derketin ser dikê û silav dan girseyê.   Di dawiya festîvalê de hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê û kêliyên bi coş pêşkeşî girseyê kirin. Festîvala ku bi guhdarkirina muzîkê û pêşandana govendê berdewam kir, piştî pêşandana bernameyên cuda yên hunerî bi dawî bû.