'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye' 2023-09-10 09:10:33   ERZIROM - Ahmet Sayak, birayê girtî Bager Sayak ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de, diyar kir ku tu ewlehiya girtiyan tune ye û bang li parêzvanên mafên mirovan û partiyên siyasî kir ku di vî warî de hesas bin.   Bager Sayak ku di 20'ê tîrmeha 2010'an de li Erziromê bi îdiaya "bombe daniye avahiya AKP'ê ya bajêr" hate girtin, temenê wî hat mezinkirin û cezayê muebeda giran lê hate birîn. Sayak ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de ye, di hucreyeke yekkesî de dimîne. Birayê wî Ahmet Sayak anî ziman ku birayê wî nivîskara Bager Sayak rastî gelek binpêkirinên mafan tê û ji ber tenduristiya wî bi fikar in. Sayak destnîşan kir ku bi awayekî kêfî cezayên disiplînê li birayê wî tên birîn û got ku aktîvîteyên wî tên astengkirin. Sayak şert û mercên girtîgehê ragihandin û wiha got: "Xwarina wan nebaş e û dibêje gelek caran parçeyên betonê di nava xwarinan de heye. Zêde tahdeyê li wan dikin û pirgirêka ewlehiyê heye. Pirtûkên em ji wan re dişînin nadin wan û destûra pirtûkên bi kurdî nayê dayîn. Bi giştî şert û mercên wan ên jiyanê hatine sînordarkirin."    CEZAYÊN KÊFÎ   Sayak, diyar kir ku tevî birayê wî Cahîd Îlboga, Cevher Turk, Hasan Kûramî, Ozan Alpkaya, Cîhad Bekîr, Sedat Karabalik, Enver Baysal, Bedrî Akin, Azîz Aktaş Ercan û gelek girtî diu hucreyên yekkesî de rastî gelek binpêkirinan tên û wiha domand: "Caxên hucreyan hene, lê cihên hewayê distînin jî bi têlan girtine. Ji ber ku girtî têlan dane alî, cezayê pereyan li wan hatiye birîn. Tu elwehiyeke girtiyan tune ye. Ger tiştek bê serê girtiyan berpirs  rêveberiya girtîgehê ye."    ‘EM Ê LI BER MECLISÊ RÛNIN'   Bi domdarî Sayak destnîşan kir ku divê tu kes ji ber vê xwe li bêdengiyê daneyne û bang li parêzvanên mafên mirovan, partiyên siyasî û raya giştî kir ku di vî warî de hesas bin. Sayak, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me gelek caran ji Wezareta Dadê re nivîsand. Bi tu awayî li me venegeriyan. Em malbat bi fikar in. Me hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kir. Got, ew ê meseleyê çareser bikin, lê tu tişt nekirin. Bila parlamenter, parêzvanên mafên mirovan û parêzer vê meseleyê bilêv bikin. Di warê hiqûqî de çi ji destê wan tê bila bikin. Ger dengê wan neyê bihîstin û çareyek neyê dîtin, em malbat em ê li ber meclisê çalakiya rûniştinê li dar bixin."    MA / Rûken Polat