Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin 2023-09-10 09:58:38 ŞIRNEX - Îktîdara AKP’ê beriya her hilbijartinê propagandaya rêbeja di navbera Şirnex-Wanê de dike lê belê rêya behsa xeberê ev bû 11 sal nehatiye çêkirin.  Rêbeja di navbera Şirnexê-Wanê de ev 11 sal in nehatiye temamkirin. Wezîrê Veguhestin, Deryavanî û Ragihandinê yê demê Bînalî Yildirim di sala 2012’an de hîmê wê avêt. Dihat plankirin ku navbera Şirnex-Wanê daxînin 200 km’an. Rêya behsa xeberê gelek caran dan îhaleyê lê hêj jî nehatiye temamkirin.    DI 11 SALAN DE 3 CARAN ÎHALE DAN HEMAN ŞÎRKETÊ   Ji sala 2012’an rê ketiye îhaleyê û her carê jî îhaleya dan şîrketa Nîhat Ozdemîr a bi navê Lîmak Holdîngê. Herî dawî di sala 2022’yan de bi bedela 181 milyon TL’an dan îhaleyê. Teahûd ew bû ku proje di sala 2023’yan de temam bibe lê belê heta niha jî tu pêşketin nînin. Şîrketê plan dikir ku 12 tunêlan çêbike lê di nava 10 salan de tenê tunêlek hatiye çêkirin.    RÊ HETA 2030’AN JÎ NAQEDE!   Parlamentera AKP’ê ya Şirnexê ya wê serdemê Rîzgîn Bîrlîk di sala 2021’an de daxuyaniyek da û got ku dê rê di sala 2023’yan de bê temamkirin. Waliyên demê Alî Hamza Pehlîvan û Osman Bîlgîn jî heman daxuyanî dabûn.    Karkerên me têkildarî mijarê pê re hevdîtin kirin diyar kirin ku xebatên rê pir hêdî dimeşin. Karkeran destnîşan kirin ku bi vê xebatê ev rê dê heta sala 2030’an bidome.    MA / Zeynep Durgut