Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e 2023-09-10 10:23:27 STENBOL - Endama Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan û Edaletê Elîf Bulut diyar kir ku dewlet bi sepanên li dijî cenazeyan re malbatan hedef digire û wiha got: “Di heman demê de polîtîkaya şerê taybet a dewletê ya li hemberî lêgerînên maf e.”    Îktîdara AKP’ê ku di pirsgirêka kurd de vegeriya polîtîkayên şerê taybet, êrişên xwe yên di sala 2015’an de bi bombebarankirina goristanan û definkirina cenazeyan a beriya malbatên wan li “Goristana Bêkesan” dabû destpêkirin didomîne. Di serdema îktîdara AKP’ê de cenaze biwesayîtên zirxî li erdê hatin kaşkirin, bi hezaran cenaze radestî malbatên wan nehatin kirin û gorên cenazeyên hatine dayîn jî texrîb kir. Herî dawî jî hestiyên endamê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di sala 2020’an di bombebaraneke li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû di qutiyê de radestî malbata wî kir û cil û bergên parçekirî û şewitî yên Heznî Înan ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 8 salan di nava sê zerfan de radestî malbata wê kir.    Endama Înîsiyatîfa Rêzigrtina li Miriyan û Edaletê Elîf Bulut têkildarî êrişên li dijî cenaze û goristanan axivî.    KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YA SEDSALÎ   Bulut, diyar kir ku teslîmnekirina cenazeyên kesên di şer de û li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û texrîbkirina goristanan polîtîkayeke dewletê ye. Bulut, wiha domand: “Ev yek, rêbazekî cezakirinê ya têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e. Dewlet, hewl dide kesên li pey kesê jiyana xwe ji dest dide mayîn jî ceza bike. Di esasê xwe de ev polîtîkaya tirsandinê demekî dirêj e di meriyetê de ye. Ev, kevneşopiyeke dewletê ya sedsalî ye. Qetilkirina mirovan, piştî mirinê windakirina cenazeyî, nedayîna cenazeyan an jî texrîbkirina goristanan, bi sala ye pirsgirêkeke vê erdnîgariyê ye.”    POLÎTÎKAYA ‘SERÎTEWANDINÊ’   Bi domdarî Bulut anî ziman ku heman polîtîka ji hêla îktîdara AKP’ê ve jî tê domandin û wiha got: “Polîtîkaya dewletê ji bo hemû gelên bindest derbasdar e. Ji roja avakirina komarê heta niha goristanên ermen, cihû û elewiyan tên texrîbkirin. Ev sepanên sed sal in didomin, bi mebesta serîtewandinê tên domandin. Di vê mijarê de gelê herî zêde li ber xwe dide gelê kurd e. Lewma dewlet îro li dijî tevgera kurd û di vê mijarê de têdikoşin polîtîkayeke wiha dimeşîne.”    MALBAT HEDEF TÊN GIRTIN   Di berdewamê de Bulut destnîşan kir ku li ser cenazeyan malbat hedef tên girtin û wiha derbirî: “Lewma malbat neçar dimînin ku têkoşîneke dijwar bimeşînin. Di demên dawî de cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn di qutiyan de radest dikin. Vê sepanê yekser eleqeya xwe bi vê heye. Cara ewil cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê ji malbatê re hate şandin. Dayika Îpek, Halîse Aksoy ji ber ku ev pêvajo dimeşand hate girtin. Her wiha di demekî nêz de cenazeyên Hakan Arslan û Yilmaz Uzun di qutiyê de hatin radestkirin. Ev sepanên polîtîkaya şerê taybet e. Bi vê yekê hewl didin rê li ber bigirin ku mirov netêkoşin, têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin û ji bo mafên xwe bikevin nava lêgerînan.”   POLÎTÎKAYA ‘BÊKESAN’   Bulut, bi lêv kir ku tevî tespîtkirina nasnameyan jî cenaze radestî malbatan nayên kirin û li goristanên “bêkesan” tên definkirin. Bulut, ev sepan wiha nirxand: “Dewlet hewl dide peyamekî bide kurdan. Kesekî de şer de jiyana xwe ji dest dide êdî nikare têbikoşe lê dewlet ji bo kesên li pey wî mayîn netêkoşin, tevî ku bi testa DNA’yê hatine tespîtkirin jî heta demekî dirêj radest nake û malbatan, hezkirî û hevalên wan ceza dike. Polîtîkayeke kînê dimeşînin. Ji bo wan kesan ji bîra mirovan derxînin, rêya herî hêsan definkirina li goristanên bêkesan e. Hewl didin nav û dengê wan, nasnameya wan neyê zanîn û ji dîrokê bên tunekirin. Heke radestî malbatê bikin jî di dema definkirinê de dorê lê digirin û asteng dikin. Ji bilî endamên malbatê nahêlin tu kes tev li bibe û bi şev defin dikin.”    ‘DEWLET SÛC DIKE’   Bulut, axaftina xwe wiha qedand: “Tu bingeheke hiqûqî ya dewletê ya vê nêzikatiya li dijî cenaze û goran nîne. Dewlet bi eşkereyî sûc dike. Mafê cenazeyî yê definkirinê heye. Lê em bi îktîdareke wisa re rû bi rû ne ku hiqûq û qanûnan nas nake. Weke Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan û Edaletê em van binpêkirinên dewletê dişopînin. Me têkildarî mijarê li saziyên pêwendîdar serlêdan kirine. Heke kurdek miribe, ev ne tenê pirsgirêka kesên ji bo pirsgirêka kurd têdikoşin e. Divê mirov weke pirsgirêkeke mafê mirovan binirxîne û em bi hev re têbikoşin û deng derxînin. Heke têkoşîn nebe û kesek dengê xwe neke, dê ev polîtîka girantir bibe.”    MA / Îbrahîm Irmak