Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin 2023-09-10 10:37:49     MÊRSÎN - Ajokarê TIR’ê Mîkaîl Koblay diyar kir ku ji ber ku li Deriyê Sînor ê Es-Selameyê xerac nedaye endamên OSO’yê hatiye derbkirin û gef lê hatiye xwarin.    Ajokarê TIR’ê Mîkaîl Koblay ji ber ku li Deriyê Sînor ê Es-Selameyê yê di bin kontrola dewleta tirk û komê wê yên paramîlîter de xerac neda endamên OSO’yê hate derbkirin. Koblay, da zanîn ku bûyer di 6’ê îlonê de qewimî.    Koblay, da zanîn ku gûbreyê ji Ozbekistanê wergirtî biriye Ezazê û di dema vegerê de endamên OSO’yê ji wî xerac xwestiye û wiha got: “Kesên bi bacên me mûçeyan digirin ji min xerac xwestin. Min jî jê re got nadim. Du kesan pacên wesayîta min şikandin û ji wesayîtê ez peya kirin. 8 kesan jî li min xistin. Min jê re got dê giliyê we bikim. Li ser vê yekê heqaret li min kirin.”    ‘EV PERSONELÊN ARTÊŞA DIZA NE’   Koblay, diyar kir ku kesên ew derb kirin heqaret li Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ev diz kî ne û çawa wiha rehet tevdigerin? Ev personelên artêşa dizan e. Rayedarên wê derê hatin. Li cem wan jî gef li min xwarin. Ez li 112’ê geriyam. Ji min re gotin; ‘em nikarin mudaxileyî hêza polîsan a li Ezazê bikin.’ Min 3 rojan nekarî xwe bigihînim Walîtiya Kîlîsê. Li Kîlîsê min nekarî xwe bigihînim tu rayedaran. Her tim ji min re gotin ‘li qadê ne û pir mijûl in.’ Ji bo van tiştên bi serê min hatine min xwe gihand ajanseke nêzî îktîdarê. Ji min re gotin; ‘em nikarin vê nûçeyê biweşînin.’ Min li Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîl a Dîlokê raporê derbkirinê wergirt. Ez ê li dozgeriyê giliyê wan bikim.”    MA / Dîlan Akyol - Hamdûllah Yagiz Kesen