Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin 2023-09-10 12:22:55 WAN - Li Wanê du gundî ji helîkopterê hatibûn avêtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû vekirin. Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara “nepeniyê” ya ji bo lêpirsînê nehatiye rakirin. Birayê Servet Turgut û parêzerê wî gotin ku di dosyayê de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye.    Bi ser avêtina du gundiyan a ji helîkopterê ji hêla leşkerên li navçeya Şax a Wanê derketin operasyonê re  3 sal derbas bûn. Leşkerên derketin operasyonê di 11’ê îlona 2020’an de bavê 7 zarokan Servet Turgut (55) û bavê 8 zarokan Osman Şîban (50) binçav kirin. Du roj piştre derket holê ku Turgut û Şîban li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê ne.    Ji gundiyên ji helîkopterê hatiye avêtin Turgut, di 30’ê îlona 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Derheqê Osman Şîba û rojnamegerên nûçeya bûyerê çêkirin de doz hate vekirin. Di 11’ê nîsana 2023’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Şîban. Nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur û nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Abî û Nazan Sala jî di 9’ê cotmeha heman salê de hatin girtin. Rojnamegerên salekê girtî man, di dozê de beraet kirin.    Bi ser bûyerê re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara “nepeniyê” ya ji bo dosyaya lêpirsînê hatiye dayîn nehatiye rakirin. Di vê pêvajoyê de 3 dozgerên li lêpirsînê dinihêrtin guherîn. Ji bo rakirina biryara “nepeniyê” parêzeran gelek caran serlêdan kirin lê tevek jî bêencam man.    ÎFADEYÊN LEŞKERAN   Ajansa Mezopotamyayê (MA) herî dawî di 28’ê adarê de xwe gihand îfadeyên leşkeran. Îfadeyên leşkeran jî piştrast kirin ku Şîban û Turgut saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin û hêj helîkopterê ne dadayî pîstê avêtina nava bi sedan leşkeran û hatine lînçkirin.    TURGUT: CIHEKÊ EDALET LÊ TUNE BE MA EM Ê ÇI BIAXIVIN?    Birayê Servet Turgut, Naîf Turgut têkildarî pêvajoyê axivî û wiha got: “Bi ser wehşetê re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara nepeniyê heye. Demek berê me bi dozger re hevdîtin kir lê me nekarî hûrgiliyên lêpirsînê hîn bibin. Em dixwazin bizanin û bibihîsin bê ka ev wehşet çawa hatiye kirin. Ya ku li me tê kirin zilm e. Mecbûr in ku bo me bibêjin bê ka çima vê dosyayê vedihêlin. Em vê zilmê qebûl nakin. Neheqiyeke mezin li me kirin. Birayê min sax girtibûn lê cenazeyî wî dan me. Kê çima ev kir? Bila ji me re bibêjin. Tu baweriya me bi edaleta wan nîne. Ma li cihekî edalet nebe em ê çi biaxivin? Heke edalet hebûya ev tişt bi serê van mirovan ne di anîn. Sûcdar in lewma rastiyê dernaxînin holê. Em têkoşîna MA’yê ya ji destpêkê heta niha pîroz dikin. Heke ji wan nebûya belkî me îro behsa vê tiştê jî nedikir.”    PARÊZER BÎLÎCÎ: DOSYAYÊ VEDIHÊLIN    Parêzerê malbatan Baran Bîlîcî jî diyar kir ku di lêpirsînê de tu pêşketin nînin û wiha domand: “Ne tespîtkirina gumanbaran ne jî pêvajoya dozê bi me re nayê parvekirin. Em dibînin ku hewl didin berpirsyaran biparêzin û sûcê xwe veşêrin. Li şûna ku di kêliyê de lêpirsînê bidomînin, bi demê re vedihêlin û polîtîkaya necezakirinê dimeşînin. Dema li Wanê bûyerek çê dibe di kêliyê de îfadeyên gelek kesan digirin lê di dosyaya me de tiştekî wiha nîne. Dibêjin, gelek kar heye lewma lêpirsîn vedimîne. Dosyayê li cihekî dane sekinandin û her carê hincetekê nîşan didin. Li gorî me bi zanebûn bi demê re vedihêlin. Heke wiha bidome dibe ku doz bi salan jî neyê vekirin. Lê em ê xwe li benda vê pêvajoyê negirin û li ser hinek dadgehên din bikevin nava hewldanan. Divê hemû kesên tiliya wan tê de heye bên tespîtkirin. Berpirsyartiyeke giran a dewletê heye. Dewlet mecbûr e ku ji van kesan re bibêje bê ka çi li wan kesan kiriye. Di hemû sûcên dewletê de serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Ev dosya, dosyayên ezmûna jidilbûnê ne. Ji bo lêpirsîneke baş em ê serî li AYM’ê bidin.”    MA / Adnan Bîlen