Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da 2023-09-10 19:57:12   ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulçîn Îsbert, li Almanyaya ku lê sirgunê bû jiyana xwe ji dest da.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê li Almanyaya lê sirgunê bû jiyana xwe ji dest da.    HDP’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ya fermî ev tişt got: “Yek ji endama me ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya berê Gulçîn Îsbert li sirgunê jiyana xwe ji dest da. Em bi vê agahiyê xemgîn bûn. Em soza xwe dubara dikin ku em ê bîranîna hevrêyên me yên ji têkoşînê paş ve gav neavêtin bidin jiyîn û teqez serbikevin. Em ji wê re rehmet, ji malbat, xizm û hezkiriyên we re sersaxiyê dixwazin.”