‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’ 2023-09-11 09:04:34   MÊRSÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku li girtî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin û destnîşan kir ku divê bihayê xwarinê yê rojane weke 50 lîre hatiye diyarkirin divê bê zêdekirin.    Li gorî daneyên Wezareta Dadê li 407 girtîgehên ku kapasîteya wan 289 hezar û 974 kes in, 341 hezar û 497 kes tên ragirtin. Li girtîgehên ku her roj bi rojevên binpêkirinên mafan tên rojevê, li dijî girtiyan zext û îşkence heye û mafên wan ên xwe gihandina tenduristiyê û xwarinê tên astengkirin. Girtiyên ku ji krîza aborî ya li welat kûr bûyî bandor dibin, hewl didin bi bihayê rojane yê 50 lîre yê ji bo xwarinê pêdiviyên xwe yên xwarinê bi cih bînin. Ev bihayê ku ji bo zarokên li girtîgehan bi dayikên xwe re dimînin jî 75 lîre ye, têra xwarineke têrker nake. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan xwest ku şertên aboriyê li ber çavan bên girtin û ji bo girtî xwarineke têrker û bitendurist bixwin gavên pêwîst bên avêtin."    ABORÎ TÊ PAŞGUHKIRIN    Bozan, da zanîn ku li ser serlêdanan serdana girtiyan kirin û şert û mercên girtiyan ên xwarineke têrker û bitendurist bixwin nînin û wiha got: “Di vê mijarê de me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinek kir, rêveberiyê got ku ew bi xwe nikarin tiştekî bikin û bihayê xwarinê yê ji bo her girtî hatiye diyarkirin heye. Li ser van bihayên xwarinê rêziknameyek heye û li gorî vê rêziknameyê bihayê xwarinê tê diyarkirin. Lê dema ev bihayê xwarinê tê diyarkirin, şertên aboriyê yên rojane, zêdebûna enflasyonê tê paşguhkirin.”   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE DIBIN    Bozan, anî ziman ku bi bihayên niha yên xwarinê ne pêkane xwarineke bitendurist bê xwarin û wiha berdewam kir: “Dema em li şert û mercên îro dinêrin ne pêkane ku bi 50 lîreyî 3 danan xwarinê bixwin. Desthilata siyasî dibêje ‘porsîyonan kêm bikin’ lê dema em li girtîgehan dinerin, porsiyonên girtiyan qasî ku hema bêje nîne kêm in. Îro girtiyên li Girtîgehên Ewlehiyên Bilind dimînin hene, rojê saet û nîvan derdikevin cihê hewadariyê, ji ber cihê hewadariyê biçûk in tavê baş nagirin. Ji bo kesekî di heman demê de nikare bi awayekî têrker û bitendurist xwarinê bixe dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî. Ji ber vê yekê divê ewilî bihayên xwarinê bên zêdekirin. Xisûseke din jî girtî dema tên berdan bihayê xwarinê yê qasî ku di girtîgehê de mane ji wan tê xwestin, heta car caran bi rêya îcrayê ji wan tê wergirtin.”   ‘DIVÊ BIHAYÊN ÎAŞEYÊ BÊN ZÊDEKIRIN’    Bozan, destnîşan kir ku divê ji bo girtiyên nexweş, vegan, vejeteryan xwarin cuda bên çêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan bijîşkên nexweş hene û divê bi pêşniyara bijîşkan xwarinê bixwin lê ji bo girtiyên nexweş bihayekî cuda yê xwarinê nîne. Divê demildest bihayê xwarinê ku weke 50 lîre hatiye diyarkirin ji bo girtî bitendurist bikarin xwarinê bixwin bên zêdekirin. Her wiha ji bo betalkirina sererastkirina têkildarî bihayê xwarinê yê piştî berdanê ji girtiyan tê wergirtin jî em ê bikevin nava hewldanan û bibin rojeva Meclisê.”   MA / Dîlan Akyol