Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin 2023-09-11 09:06:41 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku projeya ÇEDES’ê projeyeke asîmîlekirinê ye ku tê xwestin di asta baweriyê de bê kirin û xwest ku kesên wekî “yên din” tên dîtin divê li dijî projeyê bariyeran ava bikin.    Di çarçoveya projeya bi navê “Ez ji Hawirdora Xwe re Hestiyar im, ji Nirxên Xwe re Rêzdar im” (ÇEDES) de bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) û Wezareta Ciwan û Werzîşê di bin navê “şêwirmendiya manevî” de mele, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî û perwerdekarê Qur'anê dest bi “perwerdehiya nirxan” kirin. Di çarçoveya projeya ku li Îzmîrê dest pê kir de li dibistanan mele hatin peywirdarkirin. Pisporan hişyarî kirin ku perwerde dê her ku biçe ji laîktiyê dûr bikeve. Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) û mamosteya 30 salan Kadriye Dogan diyar kir ku armanca projeyê ew e ku nifşekî “oldar û kîndar” mezin bikin.   Kadriye Dogan   BI ÇEDES’Ê MUDAXILEYÎ PERWERDEHIYÊ DIKIN    Dogan, anî ziman ku Serokatiya Karên Diyanetê bi projeya ÇEDES’ê mudaxileyî perwerdê kiriye û destnîşan kir ku mijara divê ol ji perwerdehiyê dûr bikeve tê paşguhkirin û perwerde tê olîkirin. Dogan, bal kişand ser armanca projeyê û destnîşan kir ku hikûmet û hevkarên wê hewl didin “jiyaneka îslamî” ava bikin. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmet dixwaze bi vî awayî fikir û şêwaza xwe ya jiyanê ava bike û hewl dide avadaniyeke civakî ya ku piştgiriyê bide wê biafirîne. Dizane ku rêya bidestxistina vê yekê bi perwerdeyê dibe. Ji bo vê jî bi mudaxelekirina li qada perwerdehiyê û ciwanên xwendekar bi perwerdeyeke olî hewl didin nifşekî oldar, nifşekî ku bi gotinên xwe ‘oldar û kîndar’ biafirînin."   ASÎMÎLASYONA BAWERIYAN   Dogan, da xuyakirin ku li welat baweriyên cuda hene û dixwazin vê beşê di bin navê perwerdeyê de di asta baweriyê de bên asîmîlekirin û anî ziman ku hebûna van koman ji nedîtî ve tê. Dogan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Wekî ku nav dibêje, ev projeya ‘Ez ji hawîrdora xwe re hestiyar im, ez bi nirxên xwe re rêzdar im' e, ne ji hawîrdora xwe re hestiyar e û ne jî ji nirx û baweriyên beşên din ên civakî re rêzdar e. Hikûmet hewl dide rêbaza jiyanê ya Îslamiyetê li ser tevahiya civakê ferz bike.”   CIVAKA ELEWÎ ÇI DIBÊJE?   Dogan, anî ziman ku hikûmet ne xwedî niyeteke baş e û armanc dike ku bawerî û komên etnîkî yên cuda di “yek” çenteyî de bi baweriya tirk-îslamê bîne cem hev û sîstema ramanê ya “yek ol, yek milet” ku bingehên Komarê ye, bidomîne. Dogan, bi lêv kir ku projeya ÇEDES'ê herî zêde bandor li elewiyan dike û elewî li dijî vê projeyê bi bertek in û nêzîkatiya elewiyan a li dijî projeyê wiha nirxand: “Zext hene ku îro mafên weke bi biryarên DMME'yê re dersên olî yên mecbûrî neyên dayîn, pîrên bimûçe ji cemxaneyan re bên wezîfedarkirin, şêwirmend li dibistanan bên tayînkirin hatine bidestxistin ji nedîtî ve bên. Desthilatda AKP’ê û MHP'ê îro bi rengekî tund dest bi pêkanîna vê zextê kir û piştî hilbijartinê ev rewş hîn bêhtir zêde bû.   RÎSKA EFXANISTAN Û ÎRANÊ    Desthilat armanc dike ku baweriya elewiyan ji bîra civakê bi temamî jê bibe, vê baweriyê weke mezhebeke sûniyane pênase bike û cemxaneyan veguherîne ‘mizgeftên bê mînare’ û bi temamî ji holê rake. Divê em bizanin ku bi serkeftina ÇEDES'ê re civak bi rastî ber bi hikumdariya zilmeke olî, rejîmeke olî ve diçe û eger pêşî lê neyê girtin, em di demeke nêz de di bin rîskê de ne ku bibin Efxanistan û Îran. Divê em li cihekî wisa bisekinin ku bizanibin rejîmeke wiha dê li Tirkiyeyê ji bo jinan, elewiyan û ciwanan bibe sedemê çi. Di vê wateyê de divê em bertekên xwe bilind bikin, rêxistinbûna xwe zêde bikin û ji bo rê li ber hevdîtina bi beşên civakî yên li derdora me yên ku ji demokrasî û azadiyê re bi hesret in neçar in bikevin nava hewldanan.”   ‘DIVÊ YÊN DIN TÊBIKOŞIN’    Dogan, destnîşan kir ku divê kesên wekî “yên din” tên dîtin li dijî projeyên wisa bariyeran ava bikin û da zanîn ku li dijî projeyê dê di 16’ê îlonê li Îzmîrê mitîngekê li dar bixin. Dogan, bi lêv kir ku divê ev mitîng li her derê welat belav bibin û xetere ji welatiyan re bê vegotin û anî ziman ku desthilat “bi hesreta şerîatê ye” û ji bo vê jî bingehekê ava dike.    MA / Omer Îbrahîmoglû