'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin' 2023-09-11 11:04:54 RIHA - Endamên Hewldana 78’iyan a Rihayê Vahît Akgun û Mahmût Manas diyar kirin ku pergala zextê ya ku dewletê hewl dida bi 12’ê Îlonê ava bike bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye têkbirin.    Bi ser Darbeya 12’ê Îlona 1980’an ku weke serdema herî tarî ya Tirkiyeyê tê qebûlkirin re 43 sal derbas bûn. Serfermandarê Artêşê Kenan Evren serkêşiya darbeyê dikir û rêveberiya awarte ragihand. Bi vê yekê re di serî de partiyên siyasî û sendîka, bi hezaran rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Di vê pêvajoyê de milyonek û 683 hezar kes hatin tawanbarkirin û di 210 hezar dozên li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hatin lidarxistin de 230 hezar kes hatin darizandin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê îdamê hate xwestin û cezayê îdamê li 517 kesan hate birîn. Ji van 50 jê hatin bidarvekirin. 300 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û hate belgekirin ku 171 kes jî di îşkenceyê de hatine qetilkirin. Piştî darbeyê 30 hezar kes bi îdiaya “fikaredare” ji kar hatin avêtin, 14 hezar kes ji hemwelatîtiyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî neçar man ku weke “penaberên siyasî” biçin derveyî welat.    Endamên Hewldana 78’iyan a Rihayê Vahît Akgun û Mahmût Manas di pêvajoya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bûn. Akgun û Manûs şahidiya xwe ya wan rojan vegotin.    DI 17 SALIYA XWE DE HATE ÎŞKENCEKIRIN    Vahît Akgun ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê û endamê Hewldana 78’iyan 40 roj piştî 12’ê Îlonê hate binçavkirin. Dema hatibû binçavkirin 17 salî bû û xwendekarê dibistana amadehî bû. Ji ewil li navenda Rihayê hate îşkencekirin û piştre birin Girtîgeha Amedê. Akgun, pêvajoya binçavkirin û girtinê ya piştî 12’ê Îlonê wiha vegot: “Di 20’ê cotmeha 1980’an de hatim binçavkirin. Di vê navberê de çendek rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê hatim îşkencekirin û piştre birin Rihayê. Wê demê dibistana pîşeyî ya keçan a li hemberî Cebecî Îş Haniyê veguherandibûn navenda îşkencexaneyê. Wê demê li Rihayê gelek kes dihatin binçavkirin. Her tim sîrkulasyonek hebû. Piştî îşkence xelas bûy em birin Amedê. Em li wir jî 40 rojan man û piştre derxistina dadgeha rêveberiya awarte û hatim girtin. Ji wir şandin Girtîgeha Amedê. Em rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatin. Di hucreyên yekkesî de em 9-19 kes diman. Danên rojê jî di nav de her tişt li gorî kesekî hatibûn amadekirin. Di hucreyê de em li ser pêyan diman û neçar diman ku bi dorê razên.”    BERXWEDANA ÇILEYA 81’AN   Bi domdarî Akgun, anî ziman ku di çileya 1981’an de çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Me wê demê nedizanî bê ka greva birçîbûnê çi ye. Dema hevalan banga grevê li me kirin, min jî bi kelecaneke mezin çetel, kêr û qutiyên me yên xwarinê avêt xwarê. Dema hevalan sedema vê ji min pirsiyayîn min jê re got; ‘jixwe em êdî xwarinê naxwin lewma pêdiviya me pê nîne.’ Di roja 3’yemîn û 4’emîn de em birin qawîşê. Rêveberiya girtîgehê ya ku heta wê demê xwarin nedida me, parçeyên mezin ên nan û xwarinên xweş anîn.”    ‘PÊŞENG JI ME RE DIBÛN MORAL’   Di berdewamê de Akgun, ev tişt anî ziman: “Ji bo têkbirina îradeya girtiyan ketin nava gelek hewldanan. Lê belê pêşengên di nava tevgera kurd de xwedî sekn û helwestekî cuda bûn û vê jî hêvî dida me. Wê demê xwestin tevahiya berxwedan û têkoşîna gelê kurd bixin bin beton û tune bikin. Jiyana wan, têkiliyên wan û nêrînên wan ên cuda ji bo me dibû moral û motîvasyon. Tespîteke pêşengên wê demê hebû; ‘em her çiqas ji hêla fîzîkî ve teslîm bibin jî ji hêla ruhî ve teslîm nebûn.’ Vê rewşa neteslîmbûnê bi xwe re berxwedaneke mezin anî. Berxwedanên hatin destpêkirin ji ewil li hemû girtîgehan û piştre jî di nava gelê kurd de belav bûn. Serdestên wê demê digotin ‘ez serdestê her tiştî me’ neçar man ku paşvegav biavêjin.”    ‘SEPANÊN 12’Ê ÎLONÊ DERBAS DIKIN HENE’   Akgun, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tecrîd, berhema 12’ê Îlonê ye. Niha hiqûqeke pir cuda di meriyetê de ye. Hewl didin kesayetên herî pêşketî yên civakê têxin nava çar dîwaran. Ev yek, berdewamiya polîtîkayên bêesilkirinê ne. Pergala niha di meriyetê de, pergala 12’ê Îlonê jî derbas kiriye. Îcar bi polîtîkayên pir ziravtir tê birêvebirin. Lewma divê di serî de gelê kurd, hemû nasnameyên din hevgirtina xwe pêk bînin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Wê demê dikare ev sepan û faşîzm were têkbirin.”    ‘GIRTÎGEH BÛ KELEHA BERXWEDANÊ’   Endamê Hewldana 78’iyan a Rihayê Mahmût Manas jî 4 meh beriya Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hate girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Manas, got ku bi darbeyê re têkoşîna azadiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê pêş diket hedef hatiye girtin. Bi domdarî Manas da zanîn ku bi 12’ê Îlonê re li Girtîgeha Amedê îşkence dest pê kirin û ev tişt anî ziman: “Rêveberiya wê demê Esat Oktay Yildiran tayînî girtîgehê kir û xwest têkoşînan li wir têk bibe. Yildiran, li Girtîgeha Amedê serî li her miameleyên derînsanî û hovane da û xwest tevgerê li Girtîgeha Amedê bifetisîne. Lê belê bi saya berxwedana lehengên gel nekarî bi ser keve. Girtîgeh veguherî keleha berxwedanê. Di halê hazir de têkoşîna îro, berhema têkoşîna li Girtîgeha Amedê ye. Em jî bi saya hêza ji wan rojan digirin îro di nava têkoşînê de cih digirin. Em ê rojekê bi ser kevin.”    MA / Ceylan Şahînlî