Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin 2023-09-11 11:31:38   ENQERE - Ji ber ku siyasetmedar Ahmet Turk û Gulser Yildirim ên negirtî tên darizandin amade nebûn, Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin.    Rûniştina yekemîn a danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bihata lidarxistin lê hêj nehatî lidarxistin taloqî sibe hate kirin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Lê belê ji ber ku siyasetmedarên kurd Gursel Yildirim û Ahmet Turk ên negirtî tên darizandin di danişînê de amade nebûn, biryar hate dayîn ku danişîn sibe were lidarxistin.