DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2023-09-11 16:10:56   AMED - DBP’ê der barê destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê de daxuyaniyek belav kir û got ku daxwaza zarokên kurdan jiyana bi zimanê dayikê ye.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir. DBP, di daxuyaniyê de daxwaza “Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” kir û got ku ev daxwaz, daxwazeke rewa û mirovî ye.    DBP’ê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:    “Îro li Tirkiyeyê û Kurdistanê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê kir. Bêguman destpêkirina serdema nû ji bo milyonan zarokên Kurdan jî derbastar e. Lê belê, di çarçoveya xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê de, wê li dibistanên dewletê bi tenê bi zimanê Tirkî perwerde bê dayîn.   GELÊ KURD TU CARAN DEST JI TEKOŞÎNA XWE BERNEDAYE   Ev pêkanîna ku îro jî di meriyetê de ye, ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya niha bi rêk û pêk wek helwesteke bişavtin, înkar û tunehesabandinê hebûna xwe parastiye. Mixabin gelê kurd jî di her serdemê de bi vê yekê ve rû bi rû maye. Li hemberî vê nêzikatiya dewletê, gelê kurd jî tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Bi armanca parastina ziman, çand û nirxên xwe yên netewî her tim li ber xwe daye. Di vê çarçoveyê de gelê kurd her tim daxwaz kiriye ku ‘bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.’. Bê guman ev daxwaz daxwazeke rewa û mirovî ye.   GELÊ KURD BI ISRAR E   Wekî ku tê zanîn di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de daxwaza gelê kurd wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û netewan tê qebûlkirin. Her wiha peymanên ku di vî warî de hatiye îmzekirin jî ji bo gelê kurd jî derbasdar in. Ji ber vê yekî jî gelê kurd di vê daxwaza xwe de bi israr e. Bi vê israrê, îro bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bijîn, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin. Bi kurt û kurtasî dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bijîn.    ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE   Çawa ku tevî zarokên cîhanê xwedî vî mafî ne, zarokên kurd jî dixwazin bi vî mafê xwe bijîn. Ev mafekî rewa, bingehîn, mirovî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên Kurdan bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. Bi vê ferasetê, di serî de dayik û bavan em bang li tevahiya gelê kurd dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina ku di vê sedsalê de bi polîtîkayên bişavtinê dimeşin bê deng neminin. Ji bo parastina zarokên xwe, ji bo parastina zimanê kurdî dengê xwe bilind bikin. Zimanê me rûmeta me ye.”