Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan! 2023-09-11 19:17:47   AMED – Ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, der barê Hevaşerdarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de îdianameyeke nû hat amadekirin û biryara domandina girtina Mizrakli hat dayîn.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku di hilbijartinên 31'ê adara 2019'an de bi rêjeyeke 62.93 hate hilbijartin, ji 22'yê cotmeha 2019'an ve girtî ye. Mizrakli ku bi beyanên îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî û ji ber çalakiyên beşdarî wan bûye, xebatên Kongreya CIvak Demokratîk (CKD) bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şûna wî kir.    Piştî darizandineke 5 mehan, 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hate birîn. Lê Dadgeha Cezayê Bilind cezayê li Mizrakli hat birîn xera kir. Piştî vê Mizrakli jinûve li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Danişîna ewil a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat lidarxistin.    Parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, Adalet Kaya, CEylan Akça, Parlementerê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, hevşaredarên navçeyên Amedê yên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin û rêveberên HDP û DBP'ê dnaişînê şopandin.    Di dnaişînê de derket holê ku şahidê eşkere Umît Akbiyik ku li se rgelek rojnamevan, parêzer, hunermend û siyasetmedaran îfade dabû, di doza Mizrakli de jî ji aliyê dadgehê ve hatiye guhdarkirin. Akbiyik hefteya borî hatiye guhdarkirin û beyanên wî yên der barê Mizrakli de daxilî nava dosyeyê hatine kirin.    Mizrakli ji Girtîgeh Edîrne ya Tîpa F'yê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bû.    Derket holê ku şahidê eşkere Umît Akbiyik di 12'ê Çileya 2023'yan de îfade daye û ji ber van îfadeyên wî îdianameyeke nû der barê Mizrakli de hatiye amadekirin. Bêyî ku di dema lêpirsînê de serî li îfadeya Mizrakli bê dayîn îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin.    Heyeta dadgehê di danişînê de biryar da ku di danişîna bê de guh li şahidê eşkere Umît Akbiyik bê kirin û biryara domandina girtina Mizrakli da.   Danişîn taloqî 29'ê Mijdarê hat kirin.