Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin 2023-09-12 10:07:15   AMED - Li ser îdiaya “lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir” a şahidê eşkere Umît Akbiyik, derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizraki de ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, îdianame hate amadekirin.    Li ser îfadeyên şahida eşkere Berna Ayverdî, derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de doz hatibû vekirin û 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Bilind bi sedema “kêm hatiye lêkolînkirin” ev dosya betal kir û Mizrakli jinûve hate darizandin. Îcar jî şahidê eşkere Umît Akbiyik ser Mizrakli îfade da û di çarçoveya îfadeyên wî de îdianame hate amadekirin.    TAWANBARIYA ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’   Şahidê eşkere Akbiyik, derheqê 216 kesên di 25’ê nîsanê de biryara binçavkirina wan hatibû dayîn de îfade dabû û bûbû rojev. Li ser îfadeyên Akbiyik, derheqê Mizrakli de lêpirsîn hate destpêkirin. Akbiyik, di îfadeya xwe ya 12’ê çileya 2023’yan de îdia kir ku lêçûnên mîhrîcana ku îdia dike “nêzî rêxistinê ye” ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine pêşwazîkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî piştî van îdiayan, derheqê Mizrakli de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir.    MAFÊ PARASTINÊ NEDAN MIZRAKLI   Îdianame, bi daxwaza ku bi doza Mizrakli ya jê tê darizandin re bibe yek hate amadekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdianame qebûl kir û di 5’ê îlonê de jî bêyî Mizrakli û parêzerên wî danişîn li dar xist. Di danişînê de li şahidê eşkere Umît Akbiyik hate guhdarîkirin. Li dijî van îdiayan mafê parastinê nedan Mizrakli.    ÎDIA: FÎLM HATE PÊŞANDAN   Di îdianameyê de Umît Akbiyik ev îdia kirin: “...Peywirdarên KCK’ê yên di rêveberiyên herêmî de cih digirin S.D. û H.P. mîhrîcana fîlman plan kiribû. Mîhrîcan di desptêka meha gulana sala 2019’an de hat lidarxistin. S.D. û H.P. ji bo mîhrîcanê bi Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli re hevdîtinek kirin û çalakî li dar xist. Mîhrîcana fîlman a li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin ji hêla Serokê Komeleya Sînemayê Ç.K. ve hate organîzekirin. Ez û H.T., B.Y, S.A., M.O. û E.T. ku li gel min di rêxistina ciwanan de cih digirtin jî tev li mîhrîcanê bûn. Di vê mîhrîcanê de avadaniya PKK’ê ya li Sûriyeyê û belgefîlma ku jiyana gerîla vedibêje hatin pêşandan. Lêçûnên vê mîhrîcanê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin pêşwazîkirin...”    DAXWAZA 15 SAL CEZAYÊ HEFSÊ   Ji ber îfadeyê behsa xeberê, di îdianameyê de hat îdiakirin ku “têkiliya Mizrakli bi rêxistinê re heye, di avadaniya hiyerarşîk de cih digire” û di çarçoveya van îdiayan de dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê xwest.    BI DOSYAYA JÊ DIHAT DARIZANDIN RE KIRIN YEK   Îdianame ji hêla 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qetbûlkirin û bi dosyaya Mizrakli jê dihat darizandin re kir yek dosya.