Li Efrînê teqîn çêbû 2023-09-12 11:47:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Zeydiyê ya Efrînê di wesayîtekê de teqîn çêbû.    Li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter de ye, di wesayîtekê de teqîn çêbû. Teqîn li Taxa Zeydiyê pêk hat û li gorî agahiyan 2 kes di teqînê de mirin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; yek ji kesên mirî endamê komên paramîlîter û berpirsyarê “Meclisa Herêmî ya Efrînê” Ebû Emar e.