Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn 2023-09-12 11:50:28   WAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kir ku kurdan pêşengî ji xwepêşandanên qetilkirina Jîna Emînî re kirine û 201 welatiyên kurd ên di xwepêşandanan de hatine girtin bi giştî 715 sal û 6 meh û 17 roj cezayên giran li wan hatine birîn.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê têkildarî welatiyên kurd ên di berxwedana “Jin jiyan azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û hatin girtin raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku bi sedan kurd bi hinceta tev li şoreşê bûne hatine girtin lê wan tenê navê 202 welatiyên kurd ên girtî tespît kirin e û di raporê de cih daye cezayên li van kesan hatiye birîn.    KESEK BI DARVE KIRIN E   Di raporê de hat diyarkirin ku li 201 welatiyên kurd ên girtî bi giştî 715 sal û 6 meh û 17 roj cezayên giran hatine birîn û ji vî cezayî 21 sal û 6 meh hatiye taloqkirin. Bi giştî 2 hezar û 227 cezayê qamçîkirinê li van kesan hatiye birîn û her wiha cezayê pereyan û cezayê têkiliyên civakî hatine birîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku kesej jî hatiye bidarvekrin.    BI PIRANÎ CIWAN Û ZAROK IN    Di raporê de hat gotin ku ji van 202 kesan herî kêm 196 kes ciwan û zarok in û îşkence li wan hatiye kirin û cezayên girtîgehê û qamçiyan hatiye birîn. Her wiha di raporê de hat gotin ku di berxwedanê de herî kêm 23 aktîvîstên jin ên kurd jî hatine girtin.