Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir 2023-09-12 12:49:31 AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn di doza ku bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan dihate darizandin de beraet kir.    Danişîna biryarê ya doza Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 23’ê kanûna 2022’yan li dijî hatibû destpêkirin hate binçavkirin û di 26’ê kanûna 2022’yan de hate girtin û 2’yê sibatê hate berdan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate li darxistin. Altûn ê bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan tê darizandin tev li danişînê nebû. Parêzerên wî Bûrhan Arta, Yakûp Demîr û Okan Altekîn di danişînê de amade bûn. Dozger di danişînê de mutalaaya xwe ya bi daxwaza cezakirinê di danişîna beriya niha de pêşkeş kiribû, dubare kir.    ‘DOZGER SÎNORÊ XWE YÊ RAYE Û PEYWÎRÊ DERBAS KIRIYE’    Parêzerên Altûn, Altekîn, Arta û Demîr ên di danişînê de parastin kirin diyar kirin ku xebatên muwekîlên wan di çarçoveya xebatên partiya siyasî de ne û dozger sînorê xwe yê raye û peywîrê derbas kiriye û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    BIRYARA BERAETÊ    Dadgeh gihişt wê qenaetê ku têkildarî sûcê Altûn pê tê tewanbarkirin tu delîl nînin û biryara beraetê da.