Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê 2023-09-12 13:33:47   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di Doza Kobanê de parastin kir û wiha bal kişand ser “Pêvajoya Çareseriyê”: “Bi agahdariya dewletê em çûn Kobanê û Qendîlê. Hûn me didarizînin wê demê kesên em şandin jî bidarizînin.”    Rûniştina yekemîn a danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.   Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn.     Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz û Alî Bozan danişîn şopandin.  Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    HINCETA JI BO ASTENGKIRINA MAFÊ PARASTINÊ: XERAB BI KAR TÎNIN    Di danişînê de ji ewil Kirkazak axivî û diyar kir ku mudafiyê Ahmet Turk e. Kirkazak got ku ji ber rewşa tenduristiyê dixwaze li cem miwekîlê xwe parastinê bike. Serokê dadgehê jî pirsa “Ma ev di her danişînê de diguhere? (rewşa miwekîlbûnê).    Parêzer Erdal Kuzu jî got ku tevî daxwazeke qanûnî û rewa jî danişîn nexweş dest pê kiriye. Kuzu, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Turk û ev tişt anî ziman: “Hûn şandeya cezayên giran in. Me fêm nekir bê ka hûn çima vê mijarê çima dikişînin devereke formel. Ji bo alîkariya hiqûqî bênavber bidome em dixwazin daxwazên me bên qebûlkirin.” Serokê dadgehê jî li dijî vê bal kişand ser şopandina serokên baroyan a danişînan û wiha got; “Parêzerên we ji vir de ji wir de anîn, parêzerê wî, parêzerê filan kes, we serokên baroyan anîne” û îdia kir ku ev maf bi awayekî xerab tê bikaranîn.    Şandeyê ji bo daxwazê biryara navberê da û daxwaza Kirkazak red kir.    Piştre Kazak dîsa mafê axaftinê girt û got ku bersûc kirde û parastvanên gel in û wiha domand: “We mafê parastina wekhev a miwekîlê me asteng kir. Ev, binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn in.”    ‘ÎDIANAME ÇÎROKÊN JI ANDERSENÊ YE’   Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî axivî û parastina xwe wiha kir: “Ev doz, dozeke siyasî ye û li ser fermanê hatiye vekirin. Îdianame, ‘Çîrokên ji Andersen’ e. Di 12’ê Îlonê de em di Zindanên Amedê de man. Hewldana ew bû ku civak bên gel hev. Lê feraseteke wisa heye ku fikr û çalakiyên me weke îllegal nîşan dide. Ma ev demokrasiyeke çawa ye? Em di pêvajoyeke wisa de ne ku daraz êdî siyasî bûye. Ji ber vê yekê xemgîn in. Me li Kobanê alîkariya mirovên xwe kirin. Feraseteke ku alîkariyê weke sûd dibîne! Me konvoyên vê alîkariyê li gel Waliyê Mêrdînê dan rê. Min axaftinek kiriye û gotiye ku divê li dijî tiştên li Kobanê tên kirin her kes dengê xwe bike û ev axaftin di îdianameyê de cih girtiye. Baş e lê ma em ê çeteyên DAIŞ’ê biparêzin?    YÊN KU EM ŞANDIN QENDÎL Û KOBANÊ BIDARIZÎNIN    Ev 50 sal in ez siyasetê dikim. Di îdianameyê de qedrê gel ji bo min digire weke ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nirxandin. Dê hewldanên me yên ji bo aştiyê ji vir û şûnde jî bidomin. Li dijî mantiqa înkarger tevahiya berpirsyartiyê dikeve ser milê me. Em ê peywira xwe ya wijdanî pêk bînin. Her wiha di pêvajoya çareseriyê de hevdîtina ewilî me kir. Baş e lê me çawa kir? Heta midûrê girtîgehê jî bi ferîbotê em ji Stenbolê birin. Bi talîmata kê ev yek kir? Me bi fermana serokwezîr û serokkomar ev peywir pêk anîn û me di pêvajoya çareseriyê de li xwe rol girt. Heke em çûbin Kobanê û Qendîlê, ev yek bi agahiya dewletê hatiye kirin. Heke hûn me bidarizînin, wê demê kesên em şandin û yên ev pêvajo dayîn destpêkirin jî bidarizînin.   FERASETEKE KU BI DIJMINATÎ LI PÊŞEROJÊ DINIHÊRE    Têkoşîna ji bo pêşerojeke demokratîk tê dayîn weke sûc tê dîtin. Me tevahiya paşeroj û pêşeroja xwe ji bo demokrasiyê xerc kir. Em bi mantiqa min wiha kiriye yan jî wiha nekiriye li vê darizandinê nanihêrin. Em bi çavê ‘gelo dê ji bo pêşeroja demokratîk û aştiya civakî hewl bên dayîn an dê pêşî li vê were girtin’ li vê dozê dinihêrin. Sûcên fikr û raman ên min jê beraet kiriye jî weke keşfeke pir mezin be di îdianameyê de cih girtine. Çi eleqeya van bi darizandinê heye? Ev tevek jî di salên 90’î, 80’an de li dadgehan bêencam mane. Bicihkirina van a dîsa di îdianameyê de, nêzikatiyeke dijminane ya li dijî me û pêşeroja me ye. Em vê ferasetê red dikin.”    ‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ TÊ DARIZANDIN’    Parêzer Erdal Kuzu jî wiha got: “Heke hûn ji dozger bipirsin, bêhnstandina kurdan jî sûc e. Êdî tiştên ne mijara dozê jî li dosyayê zêde kirine. Em dibînin ku dozger hebûna gelê kurd qebûl nake. Tevahiya rêgezên hiqûqa ceza ya dijminane di vê dosyayê de cih digirin. Dema hûn peyva gelê kurd jî bi kar tînin dozger dibêje ‘hûn endamên rêxistinê ne.’ Ev metn, metneke îdeolojîk e ku di bin navê mutalaayê de anîne pêşiya me.”    ‘AKP’Î JI DARAZÊ MUEF TÊN GIRTIN   Kuzu, gotinên parlamenter û wezîrên AKP’î yên derheqê Rêberê PKK’ê de bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Gelo ev endamên rêxistinê ne yan rêveber in? Çima ev nayên nirxandin. Ew endamên îktîdarê yên wê demê ev axaftin dikirin niha ji hiqûqê muef hatine girtin. Di vê rewşê de îktîdar tenê serî li cezakirina siyasetmedarên kurd dide. Ev mutalaa, siyaseta darizandinê ye. Miwekîlê min 50 sal in siyasetê dike. Gelê kurd parastiye û ji bo mafên xwe yên makeqanûnî bi dest bixin jî têkoşiyaye. Lewma ev darizandin darizandineke siyasî ye. Dê tu kes ji bo helwesta dadgehê çepikan lê nexe. Hûn kesekê 80 salî bi rêvebirina rêxistinê didarizînin. Yên ku tên darizandin gelê kurd e, daxwazên wan ên siyasî ne û kesên parastina kurdan dikin in. Em dixwazin hûn biryara beraetê bidin.”    Ji bo danişîn sibe saet di 10.00’an de were lidarxistin navber hate dayîn.