Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin 2023-09-12 16:18:28   BEDLÎS - Derheqê du parêzvanên şaredarê Tetwanê ku êrişî rojnameger Sînan Aygul kiribûn de ji ber sûcê “bi qesdî birîndar kir” doz hate vekirin. Ji bo şaredarê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ku weke “pêdanker” daxilî lêpirsînê hatibû kirin jî biryara neşopandinê hate dayîn.    Di 17’ê hezîrana îsal de parêzvanên çekdar ên Şaredarê Tetwan a Bedlîsê Mehmet Emîn Geylanî  êrişî Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul kirin û di êrişê de Aygul bi giranî birîndar bû. Piştî ku dîmen di raya giştî de hatin parvekirin, Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê derheqê polîs Engîn Kaplan û parêzvan Yucel Baysali de lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn hate temamkirin. Îdianame ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Tetwanê ve hate qebûlkirin.    Di îdianameyê de dozger ji ber sûcên “Birîndarkirina bi çekê ya qesdî”, “Gefxwarina bi çekê” û “Heqaretê” xwest ku polîs Engîn Kaplan û parêzvan Yucel Baysali bên cezakirin. Her wiha Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî jî weke “pêdanker” di lêpirsînê de cih girtibû lê dozgeriyê ji bo Geylanî biryara neşopandinê da.    ROJNAMEGER AYGUL: EV KAR WISA HÊSAN NÎNE   Rojnameger Sînan Aygul têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Îdianame ne li gorî dilê me ye. Di navbera awayê vekirina dozê û cezayên hatine birîn û sûcê hatiye kirin û înfîala çêbûyî de hevsengiyek tune ye. Ev kar ewqas hêsan nîne. Li dijî rojnamegerekî bi çekan û bi plankirî êrişek tê kirin û hewl tê dayîn ku were kuştin lê mixabin ev êriş pir jirêzê hatiye nirxandin. Di pêvajoya lêpirsînê de hinek aliyên erênî hene lê gelek rexneyên me jî hene. Lê bûyer kêm hatiye nirxandin. Li gorî min divê doz ji ber sûcê ‘hewldana sûcê kuştina biqesdî ya biwesf’ bihata vekirin. Bi vî awayî weke bûyereke ji rêzê hatiye nîşandan û li gorî min wijdana gel êşandiye.”    ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ MAFÊ ZANÎNÊ YÊ CEMAWERIYÊ HATIYE KIRIN’    Aygul, wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Ev êriş, piştî nûçeyên nelirêtiyê hate kirin û xwestin me bêdeng bikin. Ev, ne mijareke şexsî ye. Êrişeke li dijî rojnamegeriyê ye. Êrişeke li dijî mafê zanînê yê cemaweriyê hatiye kirin. Êrişeke li dijî mafê agahîdayîn-agahîgirtinê ye.”   ORAK: İDDİANAME BEKLENTİMİZİ KARŞILAMIYOR   Parêzerê Aygul, Diyar Orak jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Qismekî pêvajoya lêpirsînê û pêşveçûna wê li gorî usûlan e lê ev doz ne dozeke jirêzê ye. Encama wê divê wijdana gel rehet bike. Doz ji birîndarkirinê vekirine û dê li Dadgeha Cezayên Giştî bê lidarxistin. Lewma li gorî me ev bes nake. Divê dadgeh biryara bêrayetiyê û bêpeywiriyê bide. Em ê bixwazin ku dozê bişînin Dadgeha Cezayên Giran.”    DANIŞÎN DI 14’Ê GULANÊ DE YE    Danişîna ewil a dozê dê di 14’ê îlonê roja pêncşemê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Bedlîsê bê lidarxistin.