Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2023-09-12 21:40:38   ŞIRNEX- Li Şirnexê 14 herêm heya 15 rojan wekî herêma "ewlehiya taybet" hatin ragihandin.   Walîtiya Şirnexê ragihand ku 14 herêmên girêdayî navenda Şirnexê, navçeyên wê Qileban, Silopiya, Cizîr, Basa û Elkê heya 27'ê Îlonê wekî herêmên "ewlehiya taybet" hatine ragihandin.