Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin 2023-09-12 23:51:11   MÊRSÎN - Mafê dîtinê yê bav Nevzat Aslan ku ji bo dîtina qîza xwe Nûrcan Aslanê ku di Girtîgeha Tarsûsê de girtî ye bi kîlometreyan rê çû, bi hinceta "gardiyan nan dixwin" hat sînordarkirin.   Nevzat Aslan ku çû dîtina qîza xwe Nûrcan Aslan ku di Girtîgeha T ya Jinan a Tarsûsê ya Mersînê de girtî ye, da zanîn ku mafê wî yê dîtina qîza xwe hatiye binpêkirin.   Aslan diyar kir ku gava derbasbûna di nuqteyên kontrolê re gardiyanan ew bi kêfî sekinandiye û got: "Saeta me ya hevdîtinê 13.00 bû; li ber nuqteyên kontrolê em bi kêfî sekinandin. Min pirsî ku çima min disekinînin, got ku gardiyan firavînê dixwin. Hişt ku hin malbat bikevin hundir. Gava em ketin cihê hevdîtinê saet 13.15 bû. Ji ber ku min bertek nîşan da, gardiyan bi ser min de hatin. Tevî ku di hundir de kamereyên mobeseyê hebûn, ji nêz ve kêşan kir. Ji bo em bi zarokên xwe bi saetekê bibînin bi kîlometreyan ji dûr ve tên. Saetekê jî ji bo me zêde dibînin. Ne bi tenê girtiyan lê malbatan jî ceza dikin.’’