Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin 2023-09-13 09:03:05   AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê diyar kirin ku rojnamevan Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ji ber beyanên derewîn hatine girtin û ji bo danişîna dozê ku dê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin, bang kirin.    Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û rojnamevan Mehmet Şah Orûç di 25'ê nîsanê de di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Gok û Orûç nêzî 5 meh in girtî ne. Piştî îdianameya bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" der barê Gok de hat amadekirin û hat qebûlkirin, danişîan ewil a dozê dê di 14'ê îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê lidarxistin. Mehmet Şah Orûç jî dê di heman rojê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê derkeve pêşberî dadger.    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê beriya danişîna dozê ji bo piştevaniyê bang kirin.    'BI BEYANÊN DEREWÎN HATINE GIRTIN'   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok diyar kir ku di îdianameyê de nûçeyên rojnamegeran û hevdîtinên wan ên ji bo nûçeyan sûc hatine hesibandin. Ok diyar kir ku dewlet li hemberî rojnamevan Gok ku wêneyên Kemal Korkûtê di Newroza Amedê de hatibû qetilkirin kişandin û binpêkirinên mafan ên peywirdarên dewletê eşkere kirin, bi "nefret" û "tolhilandinê" tevdigere û got: "Ji bo girtina Gok jî, şahidekî veşarî afirandine. Ev şahid, ji bo girtina Gok bê rewakirin daxilî nava dosyeyê hatiye kirin. Şahidê veşarî der barê Gok de beyanên li hev dernayên dibêje. Heman tişt hatibû serî 15 rojnamevanan jî."    Ok detsnîşan kir ku divê Mehmet Şah Orûç û Abdûrrahman Gok di celseya ewil de bên berdan û got ku ji bo beşdariya li danişînê bang li hemû komên pîşeyî yên çapemeniyê, rojnamevanan û rêxistinên civaka sivîl kir.    Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî destnîşan kir ku di demên dawî de xebatên rojnamevaniyê tên "terorîzekirin" û got ku Gok û Orûş ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi mehan e girtî ne. Dûrmûş wiha axivî: "Di dosyeyê de bi îfadeyên şahidan û beyanên derewîn rojnamvean tên girtin. Lewma divê di danişîna 14'ê îlonê de Abdûrrahman Gok bê berdan. Li holê sûcek tune ye, ji xeynî beyanên derewîn tu tişt tune ye. Bi beyanên derewîn binpêkirina azadiya kesekî nayê qbeûlkirin. Em dixwazin her du rojnamevan di 14'ê Îlonê de bên berdan."    BASIN-ÎŞ: EM Ê HEQ JI ROJÊN TARÎ DERKEVIN   Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbayê (Basin-Îş) a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren jî anî ziman ku divê rojnamevan di danişîan ewil de bên berdan. Eren bilêv kir ku her kes dizane rastî çi ye û got: "Gok, bedêla wêneyê Kemal Kûrkût dide. Rojnamevan rastî gelek bedêlên girna hatin. Divê ev zext hevpîşeyên ciwan netepisînin. Em ê bi hev re bi piştevaniyê ji heqa van rojên tarî derkevin."    Eren da zanîn ku divê rojnamevan serbest bên berdan û ji bo piştevaniyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kir.    MA / Mujdat Can