Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê 2023-09-13 09:08:01   ENQERE - Li girtiyên ku dibin Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê, muayeneya bi awayekî kelemçekirî tê ferzkirin.    Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, muayeneya bi awayekî kelemçekirî tê ferzkirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine bidestxistin, di 17'ê tebaxê de li girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek ku ji bo monografiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê hatiye kirin, ji bo leşker bikevin milê wê lê hatiye ferzkirin. Li ber nexweşxaneyê gava Kavak ji rîngê hat daxistin, leşkeran xwest têkevin milê wê. Ozbek ku vê nêzîkatiyê qebûl nekir, gotiye, "Heya niha bi tu awayî ez wiha neçûme nexweşxaneyê. Em ê ji niha û pê ve jî tiştekî wiha qbeûl nekin." Piştî vê fermandara jin xwe hêrs dike û ji leşkerê li cem xwe dibêje "Zûzûka wê li wesayîtê siwar bikin. Naxwaze bê dermankirin." Ozbek jî gotiye, "Ez dixwazim tedawî bibim, lê hûn bi van nêzîkatiyên xwe dermankirina me asteng dikin." Bêyî monografî bê kişandin Ozbek car din dibin nexweşxaneyê.   MUFTUOGLÛ: LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E, QBEÛL NAKIM   Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Saadet Akin jî di 18'ê tebaxê de sewqî beşa dahîliyeyê ya Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatin kirin. Li vir li Muftuoglû û Akin muayeneya kelemçekirî hat ferzkirin. Muftuoglû li têketina odeya bijîşk xwest kelemçeya wê bê vekirin, lê fermandara jin muayeneya kelemçekirî lê ferz kir û jê re gotine, "Ez li gor daxwaza we kelemçeyê venakim, ger bijîşk bixwaze ez ê vekim." Muftuoglû jî bertek nîşan daye û diyar kiriye ku muayeneya kelemçekirî qebûl nake û wiha gotiye: "Hûn muayeneya kelemçekirî li min ferz dikin. Ev li dijî rûmeta mirovan e, qethiyen qebûl nakim."    Bijîşk jî ji bo muayeneya kelemçekirî wekî tiştekî asayî bide der, gotiye, "Hela rûnên, derdê xwe bibêjin." Muftuoglû jî wiha gotiye: "Heya kelmeçe neyên vekirin ez rûnanêm." Piştî vê bijîşk ji leşker rica kir û gotiye "Ger mifte bi we re be, û nebe zehmet hûn dikairn vekin?" Bijîşkê ku bêyî li nav çavê Muftuoglûyê mêze bike guh li derdê wê kir, gotiye, "Temam temam ji bo tehlîlê xwînê bide."    Paşê Saadet Akin ket odeyê. Muayeneya kelemçekirî li Saadet Akin jî hat ferzkirin. Li ser israra Akin di dema muayeneyê de kelemçe hat vekirin.   Girtiyan li Dozgeriya Komarê giliyê leşkerên peywirdar û bijîşk kirin.