Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin 2023-09-13 09:48:08 WAN - Cerdevan Metîn Tûnç ê li Panosê Bîrsen Tûnç û bavê wê Fecrî Tûnç qetil kir û 2 jinan jî birîndar kiribû, hate girtin.    Metîn Tûnç ê li gundê xwe yê Qela Qulî yê bi ser navçeya Panosa Agiriyê ve cerdevantiyê dikir, hevjîna xwe Bîrsen Tûnç (24) a bi awayeke sîstematîk îşkence lê dikir û xwezûrê xwe Fecrî Tûnç bi çekê qetil kir, xizmên xwe Hatûn Tûnç û Nûriye Tûnç jî bi giranî birîndar kir. Cerdevan Tûnç piştî sûcê ku kirin ji cihê bûyerê reviya û xwe veşart.    Cerdevan Tûnç duh siharê ji hêla leşkeran ve li gundê lê rûdinişt ê Qela Qulî hate binçavkirin. Tûnç ê hatibû binçavkirin, ji bo karûbarên îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Panosê û heya derengiya şeve îfadeya dayîna Tûnç dewam kir. Tûnç ê sewqî edliyeyê hat kirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê hate kirin. Tûnç piştî karûbarên ifadeya li dadgeriyê bi sûcê “Kuştina biqestî” hate girtin.    Tûnç ê hate girtin şandin Girtîgaha Panosê ya Tîpa L'yê.