Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê 2023-09-13 21:09:13   SEMSÛR - Hevserokê Ferat-Derê Kazim Tûral bertek nîşanî qedexeya li ber perwerdehiya fermî ya bi zimanê kurdî da û got ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.    Li Semsûrê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Firadê (Fİrad-Der), têkildarî heyama perwerdehiyê sala 2023-2024'an li avahiya xwe ya wekî konteyner hatiye amadekirin daxuyanî da. Endam û rêveberên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê jî tevlî daxuyaniyê bûn.    Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Ferat-Derê Kazim Tûrhal ve hat xwendin. Tûrhal bi lêv kir ku di dibistanan de ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanî perwerde nayê dayin û wiha got: "Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, dîsa li ser bi milyonan zarokên Kurdan perwerdeya bi zimanê tirkî dê were ferzkirin û zarokên Kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hîştin. Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên Kurdan di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin."   BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ   Tûral bi domdarî destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a li dijî polîtikayên pişaftinê yên dewletê ji bo parastina çand û ziman berdewam dike û ev tişt gotin: "Daxwaza gelê kurd a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê!” daxwazeke rewa û însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê Kurd jî derbasdar in."   Di dawiya axaftina xwe de Tûral anî ziman ku divê li dijî polîtikayên pişaftinê ên dewletê bi taybetî dê û bav û hemû kurd xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin û got ku dê gelê kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî bidomîne.