Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e 2023-09-13 22:55:48   STENBOL – Kazim Ateş ku 33 salan di girtîgehê dema, ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê derket. Ateş ku li ber girtîgehê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin, got: "Têkoşîn esas e."    Kazim Ateş (60) ku 33 salan di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê derket. Ateş, di 27'ê Mijdara 1980'yî de li Êlihê hat binçavkirin, Dadgeha Leşkerî ya Amedê 39 caran cezayê darvekirinê lê birî. Ji ber ku wê demê 17 salî bû, cezayê wî hat kêmkirin û 24 sal lê hat birîn û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an. Ateş ku 8 salan bi tena serê xwe di hucreyekê de ma, rastî gelek îşkenceyên Esat Oktay Yildiran hat. Ateş di sala 1988'an de sewqî Girtîgeha Eskîşehîrê hat kirin û paşê jî sewqî Girtîgeha Aydinê hat kirin. Ateş, di dema serokwezîrtiya Tûrgût Ozal de car din hat darizandin û cezayê wî hat kêmkirin. Ateş di sala 1991'ê de ji Girtîgeha Aydinê derket.    Paşê Ateş di sala 1993'yan de li Egeyê hat binçavkirin û bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" hat girtin û 18 sal ceza lê hat birîn. Paşê cezayê wî heya 12 salan hat kêmkirin. Ateş di sala 2004'an de hat berdan.    Ateş vê carê jî bi hinceta "şewitandina înfazê" di sala 2007'an de car din hat girtin. Ateş di sala 2009'an de ji Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 1 a Tîpa F'yê derket.    Di sala 2015'an de li Sasonê tevî 26 kesan hat binçavkirin û bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 7 salan hat darizandin. Di dawiya darizandinê de 2 sal û 15 roj ceza lê hat birîn. Ateş diviyabû di 16'ê Hezîranê de bihata berdan, lê bi hinceta "poşmanîtî" qebûl nekiriye înfaza wî hat şewitandin.    Ateş ku ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê derket, MA TÛHAY-DER'ê li ebr girtîgehê ew bi kulîlkan pêşwazî kir. Ateş li vir axivî û got: "Nîviyê dilê min li vir ma. A dikeve ser milê me em bi biryardarî xwedî lit êkoşîna hevrêyên xwe bikin."    Ateş bilêv kir ku bi giştî 33 salan di girtîgehê de maye û got: "Têkoşîna esas e."