ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-14 09:00:13   * DAIŞ'a ku li Kobanê derbeke giran xwar, çendî di warê erdnîgariyê de ji holê hatibe rakirin jî, lê hê jî bi piştgiriya Tirkiye û gelek welatên din xwe dide der.   * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, vê carê jî mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe.    * Dadgeha Îstinafê, 7 sal û 9 meh cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariya Bajarê MEzin a Amedê Şehrîban Zûgûrlî hatibû birîn, xera kir.    * Girtî Gulistan Al, di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Dayik Emîne Alê, ji ber ku keça wê sewqî girtîgehên dûra hatine kirin bertek nîşan da û got: "Sewq veguherîn îşkenceyê."    * Xizma windayan Îkbal Eren bilêv kir ku dewlet deyndarê Dayikên Aştiyê ye û got: "Mecbûr in aqûbeta windayên me ji me re bibêjin û kiryarên wan darizînin."    * Danişîna doza edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok ê di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hatibû destpêkirin de hate girtin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-14.00)   * DFG û MKGP dê ji bo Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ên piştî 142 rojan cara ewil derkevin pêşberî dadgehê, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30)   * Danişîna 4’emîn a doza têkildarî Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ku di 9’ê cotmeha 2009’an de li navçeya Cizîrê hate qetilkirin de li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Cizîrê bê lidarxistin. (11.40)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê diqewimin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Danişîna Doza Kobanê ku 108 HDP’î jê tên darizandin dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (13.30)   * Danişîna doza rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hatibû destpêkirin de hate girtin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlisê bê lidarxistin. (14.00)   * TJA dê berdana yek jê cerdevan 3 kesên bi awayekî sîstematîk tecawizê jineke 22 salî kirin li navçeya Avcilar û Kartala Stenbolê şermezar bikin. (19.00)