Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye 2023-09-14 09:01:42 AMED - Girtî Gulistan Al, di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Dayika wê Emîne Al ji ber ku keça wê sewqî girtîgehên dûr hatine kirin bertek nîşan da û got: "Sewq veguherîn îşkenceyê."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî jî girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin. Bi vê yekê re pêwendiya girtiyan a bi civakê û malbatê re tê qutkirin. Yek ji van girtiyan jî Gulistan Al (30) e ku di sala 2017'an de bi îdiaya "xerakirian yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.    DI 6 SALAN DE SEWQÎ 5 GIRTÎGEHAN HAT KIRIN   Al ku di 6 salan de sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin, piştî 15 rojên li Girtîgeha Edeneyê sewqî Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T'yê hat kirin. Al li vir jî hindik ma û paşê sewqî Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa L'yê hat kirin. Al li vir 6 mehan di hucreyê de ma. Paşê sewqî girtîgeheke din a Dîlokê hat kirin. Al ku nêzî 3 sal in di Girtîgeha Kayseriyê de ye, gav ji Dîlokê sewqî vir hat kirin di rê de rastî tahdeyan hat.   Malbata Al a li Amedê ji bo keça bibîne, bi rojan di rêyan de dimîne. Emîne Al, dêya Gulistan Alê, bilêv kir ku bi sirgûnan tê xwestin ku malbat jî bên cezakirin û got ku sewq veguherîne îşkenceyê.    DI 365 ROJAN DE TENÊ 12 DEQÎQE   Emîne Al bilêv kir ku keça wê Gulistan Al di 6 salan de sewqî 5 girtîgehan hatiye kirin û got ku çavên keça wê ne rehet in û wiha domand: "Di 6 salan de herî zêd eme 4 caran ew dîtiye. Em di Cejna Qurbanê de ji malbatê 5 kes çûn cem wê. Saetek heqê me yê hevdîtinê hebû, lê bi her yekî re tenê 12 deqeyan hevdîtin kir. Me di 12 deqeyan de dilê xwe rehet nekir, tenê em çûn cem wê û me hev du hemêz kir û em derketin."    RÊYÊN DIRÊJ   Emîne Al anî ziman ku girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û ji ber vê malbat zor û zhemetiyê dikişînin. Al destnîşan kir ku bajarê Kayseriyê ku keça wê lê dimîne pir dûrî Amedê ye û wiha got: "Girtîgeha ku keça min tê de ye jî li derveyî Kayseriyê ye. Li serê çiyayekî girtîgeh çêkirine. Li derdora wê ji xeynî 4 avahiyan tiştek tune ye. Li Kayseriyê ji bo em biçin girtîgehê em sê wesayîtan diguherînin. Jixwe heya em diçin Kayseriyê 9 saet diçe. Ez û hevjînê xwe nexweş in. Ewqas rê pir tahdeyê li me dike. Hema bibêje du rojê me di rê de derbas dibe. Gava em tên malê em çend rojan bi xwe ve nayên. Ger nêzî me bûna, em ê tim biçûna cem keça xwe."    17 MEH IN BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYEKÊ DE YE   Emîne Al diyar kir ku gava keça wê di Girtîgeha Osmaniyeyê de bûye îşkence lê hatiye kirin û got: "Rojekê gava em çûn hevdîtinê, me dît ser çavê wê mor bûye. Tim bi kuştinê gef li wan dixwarin. Ji Komeleya Mafên Mirovan parêzer çûbûn wir. Ew anîn Dîlokê, lê li vir jî ew îşkence kirin. Demeke dirêj bi tena serê xwe di hucreyekê de ma. Gava telefonî me dikir, digot di hucreyê de zehmetiyê dikişîne. Niha li kayseriyê jî sal û 5 meh in di hucreyekê de ye. Çavên wê nerihet in, lê wekî din nexweşîneke wê heye yan na ez nizanim. Tiştekî ji me re nabêje, tiştan jibîr dike."    Emîne Al ku got "Ez vê tecrîda li ser me û keça min qebûl nakim", bang li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran kir ku di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de hesas bin û bibin dengê wan.