Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan 2023-09-14 14:04:58   OSMANIYE - Rêvebera HDP’a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê ya berê Leyla Gunana di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Hat zanîn ku Gunana birine Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê û bi hinceta parvekirinên medya dîjîtal bi îdiaya “propaganda rêxistinê” hatiye binçavkirin.