Rojnamevan hatin darizandin 2023-09-14 14:07:53   STENBOL - Danişîna doza gerînendeyên weşana giştî û midûrê ji karên nivîsê berpirsyar ên rojnameya Ozgur Gundemê ya ji KHK’ê hatibû girtin û siyasetmedar Hatîp Dîcle jê tên darizandin taloqî 4’ê çileya 2024’an hate kirin.    Danişîna doza Gerînendeyên Weşana Giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin Huseyîn Aykol, Zana Kaya, Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê rojnameyê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hate lidarxistin. Di danişîna bi îdiayên “Bi awayekî aşkere heqaret li hikumet, organên darazê û teşkîlata miduriyeta polîsan kiriye” û “Bi awayekî aşkere heqaret li miletê tirk, komar û Meclisa Tirk kiriye” hatiye vekirin de Aykol, Kaya, Kizilkaya û Dîcle tev li nebûn, parêzer Ozcan Kiliç amade bû.    Dadgehê biryar da ku înfaza biryara girtinê ya derbarê Hatîp Dîcle de bê sekinandin û danişîn taloqî 4’ê çileya 2024’an hate kirin.