ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in 2023-09-14 14:22:08 ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku li Girtîgehên Hejmar û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind binpêkirinên giran hene û wiha got: “Sepanên heyî, miameleya xerab û îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin e.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Sîncanê li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û gelek parastvanên mafan di daxuyaniyê de amade bûn. Pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” li eywana daxuyaniyê hatibû daliqandin.    ‘GIRTÎ JI TÊKILIYÊN ÎNSANÎ BÊPAR HATINE HIŞTIN’   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û got ku ji sala 2021’an heta niha li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û yên bi tîpa S’yê şert û mercên giran ên tecrîdê hene û bi hezaran binpêkirinên mafan qewimî ne. Çevîrmen, wiha domand: “Girtiyên di demên berê de ji girtîgehên bi awayeke qelebalix lê dihatin ragirtin hatin sewqkirin, li van girtîgehan bi tena serê xwe tên ragirtin û ji ber ku cihê hewagirtinê di qawîşên wan de nînin, rojê saetek an jî saet û nîvekê dibin cihê hewadariyê. Ev sepane bandoreke neyînî li ser tenduristiya ruhî û fîzîkî ya girtiyan dike. Girtiyên li van girtîgehan girtî di tecrîd û îzolasyonê de tên ragirtin, ji qadên civakî tên dûrxistin û hemû pêwendiyên wan ên bi jiyanê re tên qutkirin. Bi tecrîda li girtîgehan tê ferzkirin re têkiliya girtiyekî ya bi girtiyên din re bi temamî tê qutkirin û girtî terkî tenêtiyê tê kirin.”    Bi domdarî Çevîrmen diyar kir ku li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê binpêkirinên giran hene û serlêdanên tên kirin jî bêencam dimînin. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li odeyên girtî lê tên ragirtin cihê hewadariyê nîne, ji bo hewadariyê jî girtiyan dibin cihê hewadariyê yê cuda. Derdora saetek-saetek û nîvan li wir dimînin. Di tevahiya salê de ro li qatên jêr nade. Li qatên jor jî tenê salê 3-4 mehan rojê saetek-du saetan royê dibînin. Ji qulên ‘qefesên’ ji pola yên li ber pacan pîtek jî derbas nabe û li qatên jor bi qasî tiliya mirov stûr in û mîna qefesê ne. Hem girtiyên li van girtîgehan hem jî malbatên wan ji ber bipêkirinan gelek caran serlêdan kirine. Di vê çarçoveyê de parêzer çûne serdana wan û wan jî qala binpêkirinên mafan ên giran kirine.”    ‘GIRTIYAN QALA TIŞTÊN DIJÎN KIRIN’    Çevîrmen, da zanîn ku girtiyên li girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 yên Sîncanê gelek caran binpêkirinên li dijî wan tên kirin bi wan re parve kirine.    Çevîrmen, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan hatine kirin wiha rêz kir:    “* Nedîm Ozturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ev 128 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di hevdîtina 28’ê tebaxê ya bi parêzeran de da zanîn ku mercên girtîgehê bi temamî li ser bingeha tecrîdê hatiye avakirin û ew van girtîgehan weke gor binav dike. Ozturk, got ku ji ber vê sedemê naxwaze di gorê de bimre, rojê tenê saetekê derdikeve hewadariyê, televîzyona li hucreya wî hatiye desteserkirin, ev der hucre ye û rêveberî jî vê qebûl dike, doşek, daşir, serşok û mitbax tê de heye û 12 metrekare ye, cihê hewadariyê yê hucreyê nîne, li dora cihên hewadariyê dîwarên bilind hene, bêpac in û li her du aliyên wê kamera hene û her tim tên şopandin, paceyeke hewadariyê heye û ew pace jî tenê li hundir vedibe, ji bo ku memûrên girtîgehê me bişopînin hatiye çêkirin û niha wan dibin 2 cihên hewadariyê. Daxwazên Nedîm Ozturk hatin qebûlkirin û di roja 139’emîn a greva birçîbûnê de sewqî nexweşxaneyeke din a di hundirê kampûsê de hate kirin.    *Huseyîn Karaoglan di greva birçîbûnê de ye û li ser serlêdana malbata wî, parêzeran di 13’ê îlonê de pê re hevdîtin kirin. Li gorî îfadeyan; Karaoglan di 11’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Dema hewadariyê saetek û nîv e. Nahêlin mafê xwe yê sihbetê bi kar bîne. Xwest cihê wî were guherandin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Di mijara nameyan di postaya hundir de pirsgirêk hene û dema serlêdanan dikin jî Dadgeha Cezayên Giran bi leha wan biryarê dide lê bi vê biryara dadgehê nayê kirin. Careke din îtîraz kirine û dosya niha li dadgeriya înfazê ye. Cil û bergên xwe di nava hucreyê de dihilayîse û wisa ziwa dike. 6-7 kîloyên cil û bergan bi 20 kîreyan dide şûştin.    *Bager Sayak jî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Di 13’ê îlonê de bi rêya parêzer pirsgirêkên dijî parve kir. Li gorî îfadeyên wî; pirtûkên wî yên bi kurdî nayên dayîn û sazî jê re dibêje; ‘heke pereyê wergêr were dayîn û piştî kontrola lijneyê dikare bên dayîn.’ Bi komên ji sûcên cuda re tê ragirtin. Dema li pêşiya pacê bi kurdî diaxive, girtiyên edlî gotinên nîjadperest dikin û heqaretan dikin. Radyo, rojnameyên muxalîf û kovar nayên dayîn. Sedema nedayîna radyoyê jî weke ‘ji ber ku anten metal e, dê weke şîşê were bikaranîn û ji ber ewlehiyê nayê dayîn’ nîşan didin. Her carê name tên desteserkirin, sansûr heye, ji bo peyvên bi xweşiya wan naçin jî îdiaya ‘peyva rêxistinê’ tê kirin û nayên şandin. Bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê li gel çendek hevalên xwe goven gerandiye û stran gotiye û ji ber vê sedemê derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”    ‘NABE KU TECRÎDÊ BI CEZAYÊ HEFSÊ RE GIRÊ BIDIN’’   Çevîrmen, anî ziman ku tiştên girtî li girtîgehên bi ewlekariya bilind dijîn di hiqûqê de nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, bandoreke pir neyînî yê ruhî û fîzîkî li ser girtiyan dike, rê li ber mexdûriyetên jêneveger diafirîne. Mimkin nîne ku sepana tecrîdê girêdayî armanca cezayê hefsê bikin û tu eleqeya wê bi hiqûqê ve nîne. Sepanên behsa xeberê bi madeyên 17/1 ên Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin. Sepanên heyî tenê dikare bi têgehên miameleya xerab û îşkenceyê ya bi demê re hatiye vehêlandin were pênasekirin.”