Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn 2023-09-14 14:49:38   AMED - Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Mizgefta Bedîuzzeman a li navçeya Peyasê şîn hate danîn.     Malbata hunermendê kurd Beytocan (Beytûllah Gunerî) ku di 68 saliya xwe de li Stockholmê koça dawî kir, ji bo lawê xwe li Mizgefta Bedîuzzeman ya semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê şîn danî. Şîna hunermend Beytocan a îro dest pê kir, dê 3 rojan berdewam bike.    Beytocan ê demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin di 12’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû.