Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî 2023-09-14 16:34:31 ŞIRNEX - Dadgeha Cizîrê cezayê leşkerê ku bi guleya bombeya gazê Mehmet Uytun ê 18 mehî qetil kir, kêm kir û 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê cotemha 2009’an de Mehmet Uytun ê 18 mehî dema ku di hembêza dayika xwe de bû, leşkeran guleya bombeya gazê avêtinê û li serê wî ket. Uytun jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê der barê leşkerê çawîşê pispor Hakan Alkan de ji sûcê “bûye sedeme kuştina biqisûr” doz hat vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin. Parêzerên malbata Uytun û Serokê ÎHD’a Amedê û gelek parêzerên din û bavê Uytun Turan Uytun beşdarî danişînê bûn.    Bersûc beşdarî danişînê nebû û parêzerê bersûc jî bi pergala deng û dîmen SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, parêzer Jiyan Ormanli di danişînê de axivîn û xwestin bersûc were cezakirin.    CEZA HAT KÊMKIRIN    Piştî navbera hat dayîn şandeya dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî.