Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin 2023-09-14 17:01:14 BEDLÎS - Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ku di 25'ê Nîsanê de li Amedê hat binçavkirin, di danişîna ewil de ku îro hat lidarxistin nehat bedan. Orûç bilêv kir ku rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin.    Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê ku di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de li mala xwe ya li Bedlîsê hate binçavkirin û girtin piştî 5 mehan derket pêşberî dadger. Danişîna ewil a Orûç ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlisê dest pê kir. Rojnamevan Orûç û parêzerê wî Resûl Temûr ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bedlîsê, malbata Oruç û hevalên wî ên rojnamevan jî beşdarî danişînê bûn.   ‘ROJNAMEVANIYA KURD TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê û parastina Orûç dest pê kir. Orûç anî ziman ku îtirafkarê bi navê Umît Akbiyik nas nake û got: "Ji ber karê xwe ez bi dehan kesan re pêwendiyê datînim. Dibe ku ew min nas bike, lê ez wî nas nakim. Umît Akbiyik gotiye ew diçe HDP'ê. Belê ez ji bo nûçeyan çûm wir. Pêvajoya ew behs dike pêvajoya hilbijartinên herêmî, giştî, grevên birçîbûnê û tayinkirina qeyûman bû. Hema bibêje her roj li wir daxuyanî dihatin dayîn. Û ez jî wekî rojnamevan diçûm wir. Ne tenê ez, hemû rojnamevanên li bajêr li wir bûn. Avahî 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, lê dibêje ew bi dizîka çûye wir. Na, ez bi eşkere çûm wir. Rojnamevan cihêkariyê nake, dibe dengê civakên, mirovên mafên wan binpêkirî. Em hemû qewimînan wekî rojnamevanan dinivîsin. Ez rojnamevan im û bi salan e liq adê me. Ez bi dizîka nûçeyan çênakim. Dibe ku hûn zimanê nûçeyan rexne bikin, lê hûn nikarin îltisak û îrtibatê deynin. Bi van îdianameyan rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin. Ji ber ku me nûçeya der barê cenazeyê Hakan Arslan de çêkir ku di hundirê qutiyekê de radestî bavê wî hatibû kirin, ev yek wekî sûc hatiye hesibandin. Ji ber ku me hevpeyvîn bi parlementeran re çêkiriye ev wekî sûc hatiye hesibandin."    Paşê dozger doza berdewamiya girtina Orûç kir. Parêzer Resûl Temûr jî got: "Em vê mutalaayê qebûl nakin. Divê beyanên Umît Akbiyik nebin sedema girtina muwekîlê me. Guhdarkirina kesekî di bin kontrolkirina polîsan de divê nebe sedema girtinê. Muwekîlê me di Ajansa Mezopotamyayê de dixebite. Ajans bi awayekî qanûnî dixebite û ne pêkan e weşaneke li dijî qanûnê bike."   Temûr destnîşan kir ku muwekîlê wî tenê der barê bûyerên civakî û têkildarî kurdan nûçe çêkirine.    NEHAT BERDAN   Piştî parastinan dadgehê navber da danişînê. Dadgehê ji bo ewraqên kêm bên temamkirin, qeydên SGK'ê bên wergirtin û dosyeyên Orûç ên berê bên lêkolînkirin biryara domandina Orûç da û danişînê taloqî 31'ê Cotmehê kir.