Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze 2023-09-15 09:22:45 ŞIRNEX - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bertek nîşanî cezayê ku li kujerê Mehmet Ûytûn ê 18 mehî hat birîn da. Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û got ku daraz kujerên zarokên kurd diparêze.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê cotemha 2009’an de Mehmet Ûytûn ê 18 mehî dema ku di hembêza dayika xwe de bû, bi bobeya gazî ya leşkeran ku li serê wî ket, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê der barê leşkerê çawîşê pispor Hakan Alkan de bi sûcê “bûye sedeme kuştina biqisûr” doz hat vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin û dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û parêzerê malbata Ûytûn Ercan Yilmaz têkîldarî cezayê kêmkirî ku li kujerê Ûytûn hat birîn, axivî.    'DADGEHA CEZAYA GIRAN DOSYA LÊKOLÎN NEKIR'    Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku daraz bi salan e bi polîtîkayên bêcazekirinê kujerên zarokên kurd diparêze û wiha axivî: "Ya rastî ev polîtîkayeke giştî ye. Me polîtîkaya bêcezakirinê ya ku bi salane parêzer û parazvanên mafên mirovan tînin ziman careke din li Cizîrê dît.  Zarokê bi navê Mehmet Uytun e ku di 9'ê Cotmeha 2009'an de di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku hê 18 mehî bû, dema ku li hewşa malê de, di hembêza dayika xwe de bû ji ber guleya ku li serê wî ket cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê û vir ve di encama tekoşîna ku parêzer û  Komeleya Mafên Mirovan da doz hate vekirin. Herî dawî piştî serlêdana ku me bi ser navê malbatê kirî Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber sûcê kuştinê doz vekir. Me wê demê îdia kir ku di bûyerê de ev ne bûyer ne rasthatineke. Berovajî vê sûcê bi qestî hatiye kirine û  divê dosya ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Cizîrê rastî biryareke di vî warî de da. Wî diyar kir ku divê dosya ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ve were nirxandin û sûc dibe ku niyet be. Lêbelê di encama îtîraza parêzerên bersûc de, Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê biryara Dadgeha Cezayê Asliyeyê betal kir, ev dosya ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê re şand û got ku bersûc divê ji sûcê xemsariyê bê darizandin. Me di vê danişînê de îtîraz kir û got ku di encama lêkolîneke ne cidî de biryareke wiha hatiye dayîn. Bifikirin ku Dadgeha Cezayê Giran biryara xwe dide, lê nizane ku çima ev biryare daye. Dema ku Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran re dosye şand gotibû ku li vir îhmal çênebû ye, niyetek li vir heye. Ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran dosya lêkolîn nekir û biryara bi hincet nexwend,biryarek bêhiqûqî da û got ku li vir hewldaneke qetilkirinê tune ye. Belê li vir hewldanek nîne, li vir zarokekî kurd hatiye qetilkirin. Hewldan ji kiryarên ku encama mirinê ne tê de ne re tê gotin. Li vir zarokek 18 mehî jiyana xwe ji dest da."   'EM Ê SERÎ LI HEMÛ RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN'   Yilmaz bi lêv kir ku hemû raporên ku di dosyayê de hene kuştina bi qesdî piştrast dike û wiha domand: "Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Cizîrê biryara neşopandinê ya Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bi cih anî û ji polîsê bersûc re bi sûcê kuştina ji îhmalê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê danê. Em dibêjin ku ev ne bes e. Di dosyayê de îfadeyên şahidan, Raporên Saziya Tiba Edlî, îfadeyên malbata mexdûr, raporên keşfê yên li cihê bûyerê, hemû nîşan didin ku bûyer bi zanebûn pêk hatiye. Em ê îtîrazên xwe jî pêşkêşî dadgeha îstînafê bikin, ger em li wir encam negirin em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û piştre jî serî li DMME’yê bidin. Têkoşîna vê dosyayê ya darizandinê 14 sal in didome, ger hewce bike em ê hîn zêdetir li ber xwe bidin. Lê ji bo ku sûcên ku bi taybetî li erdnîgariya kurdan tên kirin bêceza nemînin û ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."   POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ   Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên darazê yên bêcezakirinê û wiha got: "Bûyerên ku ji aliyên hêzên ewlehiyê ve pêk tên dadgeh bi rêjeyek pir kêm ceza dikin. Dema ku ew cezakirinê hildibijêre jî, bi sepandina hemû qanûnên ku di berjewendiya hêzên ewlehiyê de ne pêk tîne. Di berê de jî  gelek rewşan de ev yek hatiye dîtin. Di doza Kemal Korkut de di cînayeteke ku li ber çavê herkesî hat kirin de biryara beraetê hat dayîn. Tevî ku di dosyaya Recep Antaş de qeydên kamerayan hebûn jî biryara beraetê hat dayîn. Dîsa îro di dosyaya Mehmet Uytun de cezayê ku tê de biryara beraetê tune bû, lê ji kiryar re cezayekî pir sivik hat dayîn. Em vê yekê weke nîşaneya polîtîkaya bêcezakirinê  dinirxînin. Divê bersûc wek tedbîr ji peyvirê bê dûrkirin. Lê ew hîn niha jî weke karmendeke dewletê li ser kare. Ew kes dikare sûcên bi vî rengî dubara bike. Ji ber vê yekê pêwîste Wezareta Karên Navxweyî weke tedbîr vî kesî ji kar dûr bixe û ji peyvirê biavêje.Ji xwe biryara ku hatiye dayin pêk bînin divê ku ew ji kar bê  dûrxistin û ji rewşeka ku nekaribê bibe memûr wê derbikeve."    MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş