Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin 2023-09-15 12:06:25   AMED – Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir ku neberdana rojnamevan Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç polîtîk e û got: “Tola wêne û nûçeyan ji hevalên me yên rojnamevan hildidin.”    Danişînên doza edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok û rojnamevan Mehmet Şah Oruç ên li ser giliyên şahide naveşkere Umît Akbiyik hatibûn girtin, hatin lidarxistin. Danişîna Gok li Dadgeha Amedê û danişîna Oruç jî li Dadgeha Bedlîsê hatin lidarxistin lê nehatin berdan. Hat zanîn ku ji ber li şahide dozê Akbiyik nehatiye guhdarîkirin, berdewamiya girtina rojnamevanan hatiye dayîn.    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan diyar kir ku di şexsê Gok û Oruç de rojnamevanî tê darizandin.    ROJNAMEVANÎ HAT PARASTIN    Altan da zanîn ku wan carek din şahidî ji wê yekê re kiriye ku rojnamevanî hatiye darizndin û nûçe û wêne û dîmenên Gok û Oruç kirine mijara tawanbariyê. Altan diyar kir ku ew li benda tehliyeya her du hevpîşeyên xwe bûn û got: “Bi rastî jî tiştek ku wê hevalên me pê bên girtin û bibe mijara tawanbariyê tune ye. Me di darizandinê de viya pir bi eşkereyî dît. Lê mixabin hevalên me nehatin berdan.”    Altan destnîşan kir ku rojnamevan bi helwestên polîtîk tên darizandin û wiha got: “Em nikarin behsa hiqûqê bikin. Di darizandinên duh de jî ev bi awayek şênber derket holê. Hevalên me di danişînan de rojnamevaniyê û rêgezên rojnamevaniyê parastin. Wezîfeya pîşeya xwe bi cih anîn. Nûçe, wêne û dîmenên xwe parastin. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê di warê azadiya raman û debirînê de problemên cidî hene. Û dema ku mijar dibe medya kurdî, Çapemeniya Azad, qat bi qat pirsgirêk zêdetir dibin.    ‘TOLA XWE HILDIDIN’    Altan anî ziman ku wan di danişînên duh de carek din dîtiye ku Çapemeniya Azad hatiye krîmînalîzekirin û wiha axivî: “Pir bi eşkereyî tolê ji medya kurd digirin. Abdurrahman Gok wêneyên qetilkirina Kemal Kurkut ji raya giştî re ragihand. Abdurrahman ji wan wêneyan hat darizandin û ceza lê hat birîn. Ev têrê nekir carek din dixwazin tola wêneyan jê hildin. Mehme Şah Oruç jî bo nîmûne; nûçeya cenazeyê Hakan Arslan ê di qitûyê de hat wergirtin çêkiribû. Dixwazin tola wêne û nûçeyan ji hevalên me hildin. Divê em êriş û zextên li ser rojnamevanan bi awayek giştî bibînin. Divê em bi her awayî xwedî li hevalên xwe yê rojnamevan tên girtin, darizandin derkevin û destûrê nedin zextên li ser rojnamevaniya Çapemeniya Azad.”