Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin 2023-09-15 14:07:28 ENQERE - Parêzeran, betalkirina doza Komkujiya Sêwasê nirxandin û diyar kirin ku Tirkiyeyê ji bo îadekirina bersûcên firarî israr nekiriye û wiha gotin: “Heke refleks neyê nîşandan em ê bi mînakên wiha re gelek rû bi rû bimînin.”    Di 2’yê Tîrmeha sala 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya Sêwasê 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Di doza ji hêla bersûcên firarî Mûrat Sonkur, Eren Ceylan û Mûrat Karakaş ve dihat domandin de duh biryar hate dayîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi hinceta ku dema demborînê ya 30 salan temam bûye, biryara betalkirina dozê da. Parêzer Denîz Aksoy û Mehmet Duman ku li ser navê Navenda Dozên Civakî ya Baroya Enqereyê (TODAM) dişopandin, têkildarî biryara dadgehê axivîn.    'DI MIJARA ÎADEKIRINA BERSÛCAN DE ISRAR NEKIRIN’    Parêzer Aksoy anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo îadekirina bersûcên firarî israr nekiriye û wiha got: “Hatibû tespîtkirin ku bersûc li Almanya û Hollandayê dijîn û car bi car cihên xwe diguherînin. Tirkiyeyê ji bo daxwaza îadekirinê navnîşanên xelet dabûn. Her wiha Tirkiyeyê di mijara îadekirinê de zêde jidil nebû. Parêzerekî mudaxil da zanîn ku serdozgeriya bajarê Coburg ê Almanyayê dijî di 31’ê tîrmeha 2020’an de ji bersûc Mûrat Songur re name şandiye û gotiye ku Tirkiyeyê heta niha jî tu daxwazên îadekirinê nekirine. Hikûmeta Almanyayê ji ber dibêtiya ku li bersûc cezayekî giran were birîn, îade nekir. Anku Tirkiyeyê nedixwest were îadekirin û welatên din jî nexwestin bişînin.”   'DOZEKE SIYASÎ YE’   Aksoy, diyar kir ku doz ne ji hêla civakî ne jî ji hêla hiqûqî ve neketiye ber demborînê û wiha domand: “Em ê hemû rêyên hiqûqî bi kar bînin û dev ji dozê bernedin. Em ê serî li dadgehên jor bidin. Encama wê jî girêdayî hevsengiyên siyasî ye. Tişta ji rêya hiqûqî girîngtir, xurtkirina mekanîzmaya îtîraza civakî ye. Doza Sêwasê dozeke siyasî ye û hesabpirsîn jî bi dijderketineke siyasî û civakî dibe.”    ‘DIXWAZIN SERÎ BIDIN TEWANDIN’    Ji parêzeran Mehmet Duman jî daxuyand ku ji ber berjewendiyên siyasî yên îktîdarê, di dozê de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye û ev tişt anî ziman: “Bi dozên civakî yên weke Doza Madimakê re hewl didin beşên civakê bêzar bikin û serî pê bidin tewandin. Polîtîkaya necezakirinê jî di vê çarçoveyê de ye. Bi vê yekê peyamê didin civakê. Ji bersûcên komkujiyê yê girtî Hayrettîn Gul bi biryara Erdogan hate berdan. Ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyê divê têkoşîneke birêxistinkirî were dayîn. Kesên ji bo domdariya pergalê tên bikaranîn xelat dikin lê yên li dijî pergalê tên rastî komkujî û zilmê tên. Tekane tişta dikare van bêhiqûqiyan têk bibe, tevgera birêxistinkirî ya civakê ye. Heta ku civak refleksên birêxistinkirî nîşan nede dê ev mînak her derkevim pêşberî me. Heke civakeke ku serî natewîne hebe û birêxistinkirî be, cisaretê nakin wiha tevbigerin.”    MA / Hakan Yalçin