Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin 2023-09-15 15:36:42   ENQERE - Girtî Ahmet Goksû û Nûsret Kaya ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tên ragirtin anîn ziman ku sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û li revîrê jî dermanên wan dereng tên dayîn.     Ahmet Goksû û Nûsret Kaya ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tên ragirtin, di hevdîtina li ser telefonê yên bi malbata xwe re de qala binpêkirinên li girtîgehê kirin. Girtiyan diyar kir ku wan nabin nexweşxaneyê û dermanên li revîrê jê re tên nivîsandin jî bi derengî tên dayîn.     NAYÊN SEWQKIRIN Û DERMANAN DERENG DIDIN   Girtî Ahmet Goksu da zanîn ku edabê qirika wî girtiye û çûye revîrê. Bi domdarî Goksu ev agahî parve kir: "Bijîşkê revîrê ez sewqî nexweşxaneyê kirim. Lê ev demekî dirêje nayêm sewqkirin. Her wiha dermanên ku bijîşkê revîrê bo min nivîsandin jî 20 roj piştre dan min."    ZEXT GIRAN DIBIN   Malbata Goksû jî destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê sepanên keyfî xistine meriyetê û cezayê hucreyê daye gelek girtiyan.     JI BO ÇÛNA NEXWEŞXANEYÊ 2 SALAN DAN SEKINANDIN   Nusret Kaya jî heman pirsgirêk bi malbatê re parve kir. Malbata Kaya, got ku ji bo Kaya biçe nexweşxaneyê nêzî 2 salan hatiye sekinandin û hêj nû birine nexweşxaneyê. Bi domdarî malbatê diyar kir ku ji bo dîtina Kaya ji Îdirê tên Aksarayê û xwestine Kaya sewqî Îdirê were kirin lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.