Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin 2023-09-16 13:02:11   STENBOL - DBP, TJA, ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER û Dayikên Aştiyê dê êrişên PDK’ê yên li dijî başûrê Kurdistanê sibê daxuyaniyekê protesto bikin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Anadoluyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) û Meclisa Dayikên Aştiyê, têkildarî êrişên PDK'ê yên li dijî başûrê Kurdistanê ku wê sibê bi daxuyaniyekê şermezar bikin, li avahiya Buroya Şêwirmendiyê ya DBP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta "Parastina destkeftiyan û astengkirina birakujiyê erka me ye” hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.    Hevserokê ANYAKAY-DER Ayhan Yildiz bertek nîşanî êrişên PDK’ê da û got: “Kî dubendiyê bixe navbera kurdan wê dîrok hesab jê bixwaze. Em şerê birakujiyê naxwazin.”    Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî diyar kir ku ew êrişên PDK’ê û Tirkiyeyê şermezar dikin û bi salan e ew ji bo aştiyê têdikoşin û wê qet şerê birakujiyê qebûl nekin.    ‘EM DESTKEFTÎ Û AZADIYÊ BIPARÊZIN’    Paşê Hevberdevka DBP’a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr daxuyanî xwend û da zanîn ku gelê kurd ji bo azadiyê fersendên dîrokê zeft kirine û bi metirsiyên mezin re rû bi rû ye. Demîr anî ziman ku ya di vê pêvajoyê de herî girîng ew e ku xwedî li destkeftiyan derkeve û her kes berpirsiyar e ku xwedî li azadiya xwe derkeve û her kes li gorî vê hesasiyetê tevbigere.    Demîr destnîşan kir ku gelê kurd bi çar alî di bin êrişan de ye û hêzên hegomonîk û herêmî dixwazin destkeftiyan beralî bikin û ew tu şer û pevçûnek di navbera kurdan de derkeve qebûl nakin û bi salan e ji bo yekitiya kurdan ked û hewldan tê dayîn.   BANG   Hevserokê ANYAKAY-DER Ayhan Yildiz bang li her kesî kir ku sibê beşdarî daxuyaniya wan a têkildarî geşedanên li başûrê Kurdistanê ku saet di 17.00’an de li Tunela Taksîmê bidin bibin.