‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’ 2023-09-16 15:09:01 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Nurettîn Ercemcî yê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ragirtî ye, were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 471’emîn de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vevîr Parlak piştgirî da çalakiyê.     28 SAL IN GIRTÎ YE Û GELEK NEXWEŞÎ LÊ PEYDA BÛNE     Vê hefteyê endam3e Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Umît Can Akbulut daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Nurettîn Erdemcî yê niha li Girtîgeha Kalkndereya Rîzeyê ya Tîpa L’yê tê ragirtin. Akbulut da zanîn ku Nurettîn Erdemcî di sala 1958’an de hatiye dinê û ji sala 1995’an de girtî ye û gelek nexweşî lê peyda bûne. Akbulut anî ziman ku ji ber ku tedawiyek baş lê nayê kirin rewşa wî her ku diçe giran dibe û bang li rayedaran hat kirin ku Nurettîn Erdemcî yê du sal ji berdana wî re maye, tavilê were berdan.