Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn 2023-09-16 18:08:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran jin daketin qadan û Jîna Emîniyê bi bîr anîn, silav li salvegera berxwedanê kirin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîniyê û serîhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakî hatin lidarxistin.   HESEKÊ   Li Hesekê bi dehan jin li ber navenda Kongra Star a taxa Nasira kom bûn. Jinan pankartên bi nivîsên "Bi îradeya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin" alên Kongra Star û wêneyên Jîna Emînî hil dan.   Endama Kongra Star a Hesekê Helebce Hisên wiha axivî: "Pergalên serdest dikevin hewila şikandina vîna jinan. Şehîd Jîna Emînî bû mînaka jina azad. Her wiha dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû dirûşmeya têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadiya xwe û şikandina zihniyeta baviksalar."   Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.   TIL TEMIR   Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê jî Kongra Star çalakiyek li parka Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist. Endama kongreyê Zehra Emîn daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan têne kirin, hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku dawî li van sûcan bînin û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bînin.   Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Til Temirê jî li heman cihî çalakiyek li dar xist û endama meclisê Nûra Ebdulqadir daxuyanî xwend.   Nûra Ebdulqadir diyar kir ku şoreşa jinan ne tenê ji ber doza hîcabê ye, lê ji ber doz û mafên mirovan ên gelekî ye ku rejîmeke faşîst bi olê binpê dike.   Meclisa Kongra Star a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê çalakiyek li ber navenda xwe li dar xist û endama Kongra Star Umeya Hecûb daxuyanî xwend.   Umeya sûcên girtin û qetilkirinê ku li dijî jinan tên kirin şermezar kirin û got: "Jinan dikin armanc da ku îradeya wan bişikînin û wan bêdeng bikin. Girtina rojnamevana ku meresima birêkirina Jîna Emînî dişopand mînaka vê yekê ye. Tevî kiryarên hovane yên li dijî jinan, bi taybetî gelê Îranê, jin hêj jî li dijî rejîma serdest têdikoşin.   Di dawiyê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Serhildana Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.   HELEB   Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Kongra Star bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" meşek li dar xist. Di nav de endam û rêveberên saziyên sivîl, bi sedan jin tev li meşê bûn.   Meş ji pêşiya hola civînan a  taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş li qada Şehîdan qediya.  Li vir endama beşê têkiliyan a Navenda Lêkolînên Jineolojiya Rojiyan Hisên axivî. Rojiyan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û got: "Em hêz û wêrekiya Jîna Emînî silav dikin ku qeydên li ser jinan red kirin."   Rojiyan piştgiriya xwe bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re anî ziman û diyar kir ku ev dirûşme li tevahî cîhanê, niha li Efxanistan û Siwêdê jî tên berzkirin.   REQA   Li Reqayê jî bi sedan jin bi meşekê Jîna Emînî bi bîr anî û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.   Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Dîwana Edaleta Civakî dest pê kir û li qada Jina Azad sekinî. Di meşê de dirûşmên ′Bijî berxwedana jina azad", "Hilweşe rejîma Tirk a faşîst" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hatin berzkirin.   Rêvebera Meclisa Reqa ya Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Îdrîs daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê îşaret bi zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandêran kir û hate gotin, jin wê têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar a baviksalar xurt bike.   TEBQA   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li ber Parka Şehîd Hevrîn Xelef heta ber bi avahiya meclisê meşek li dar xist.   Li ber avahiya meclisê, endama rêveber a meclisê Semîre Hebeş axivî û wiha got: "Bi saya israra jin hîna ev şoreş li dar e û heta bi parçeyên mezin ên Îranê çû. Ew hewil didin bi i ser bikevin da ku bikevin nava rûpelên dîroka mirovahiyê.’’   Meş bi dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.   KOBANÊ   Di heman çarçoveyê de, bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn.   Meş ji pêş Qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê bû. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′’Em hemû Jîna Emînî ne′’, ′’Na ji qanûnên li dijî jinan re′’ û ′’Em jiyanekê li dijî qirkirinê diafirînin′’ hatin hildan.   Li Qada Jina Azad meş veguherî mîtîngê. Li wir serokê Desteya Jinan a Herêma Firatê Jiyan Derwêş axivî û got ku her jinekê hewil da li hember rejîmên desthilat li ber xwe bide hat tunekirin, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker.   Jiyan wiha domand: "Erka li ser mila hemû jinan azadî ye û divê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bide şoreşa azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê.”   Meş bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.   MINBIC   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan xelkê bajêr, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, komîteyên girêdayê wê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.   Meş ji stasyona sotemeniyê ya Hemdonî ber bi Çerxerêya Cizîrê ya li aliyê rojhilatê bajêr ve dest pê bû. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′’Jin, Jiyan, Azadî′’ hildan.   Li çerxerêyê berdevka kombûnê Ruweyda Hinêzil axivî û wiha got: "Em dengê xwe tev li dengê berxwedana jinan li tevahî cîhanê û berxwedana mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ji ber ku jinan destanên lehengane û fedakariyê pêk anîn ."   Endama Yekitiya Jinên Ciwan Mariya Dada jî wiha got: "Em îro Jîna Emînî ku dewleta Îranê di bin navê urf, eded û kevneşopiyan de li pêşberî cîhanê, qetil kir, bi bîr tînin."   Mariya soza bilindkirina têkoşînê û berxwedanê da ku azadiya jinê bi dirûşmeya ‘′Jin, Jiyan, Azadî′’ pêk bînin, dubare kir.   Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.