Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da 2023-09-16 22:22:51   WAN- Li Seqizê Fardîn Jafariyê ku gava diçû goristanê leşkerên Îranê ew gulebaran kirin, jiyana xwe ji dest da.    Fardîn Jafarî gava ku diçû Goristana Aîchiyê leşkerên Îranê ew gulebaran kirin û bi giranî birîndar bû. Jafarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiymn ku Hengawê eşkere kirine hêzên rejîmê zor dane malbata aJafarî ku bibêjin hêzên kurd ew kuştine.    Jafarî ku berastengê zihnî bû û li ser înşeatê dixebitî, gava gelek leşkeran dibîne ditirse û ji ber vê direve. Leşkerên li derdorê jî ew hedef digirin û bi giranî birîndar dibe.