Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin 2023-09-17 09:01:26   ŞIRNEX - Li gundê Banayê ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, pezê gundiyan ji gund hatin derxistin û çûna nava zeviyan û bexçeyan jî qedexe ye. Gundiyan bertek nîşanî dorpêçê dan û gotin: "Em nikarin heta mala cîranên xwe jî biçin, pezê me ji gund derxistin, em niha di gund de esîr in.”   Li Kurdistanê di encama polîtîkayên dewletê yên “ewlehiya taybet” de bi hezaran gundî ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin bi darê zorê ji gund hatin derxistin û gundên wan hatin şewitandin û valakirin. Li gorî hin lêkolîneran di encama van polîtîkayan de 2 milyon gundî ji cih û warê xwe hatin koçberkirin û sê hezar gund jî hatin valakirin. Polîtîkayên dewletê yên wê demê encam negirt lê belê dewlet niha bi heman rê û rêbazan di nava hewldanan de ye. Yek ji gundên ku heta niha zext û zordarî qet li ser kêm nebûye jî gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ye. Gundê Bana ji 28 malan pêk tê. Gundê Bana yê ku ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekir heta niha 2 caran hatiye valakirin û şewitandin. Gundê ku bi sewalkariyê û çandiniya birinc debara xwe dike, zêdetirî 2 meh in ku di bin dorpêça leşkeran de ye.    Ketin û derketina 5 herêmên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo 15 rojan hatibù qedexekirin. Di nava herêmên hatin qedexekirin de gundê Bana û çoltera wê ya nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye jî hebû. Li gundê ku operasyon lê didome jiyan ne wekî berê ye û  dorpêça leşkerî didome. Li ser hoperlorên mizgefta gund ji gundiyan re hat ragihandin ku ketin û derketina ji gund qedexe ye. Gundiyên ku heta niha bi kontrola nasnameyê diçûn zeviyên xwe av didan li gel qedexeya duyemîn ew jî hate rakirin û gundî bi tu awayî nikarin biçin zeviyên xwe av bidin û pezê wan jî ji gund hatiye derxistin. Gundî neçar man pezê xwe derbasî gundê Kereşaya, Şerefaya û Basayê bikin.    Şeniyên gund ku di bin dorbêça leşkeriyê de ye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.   ‘PEZ JI GUND HAT DERXISTIN’    Ji gundiyan Muhammed Alî Ece (75), diyar kir ku her aliyê gund hatiye dorbêçkirin û wiha axivî: "Em debara xwe li ser sewalkarî û birincê dikin. 15 rojan qedexe hatiye ragihandin. Di 15 rojan de ew birinc dê hişk bibe. Ez niha biçim Cizîrê dibe ku bihêlin ku ez biçim. Lêbelê di gund de pez naxwazin. Pez ji gund derxistin. Niha ne zivistane ji ber wê pirsgirîka qa nine. Lê em nikarin pez niha govê de bihêlin em nêçarin ku pez derbixînin, biçerînin. Debara gund li ser vî pezî ye. Di van 15 rojan de zeviyên me jî  dê bêavî hişk bibin. Em îro li vir polîtîkayên 1990’an dijîn.”   ‘EM NIKARIN HETA MALA CÎRANÊ XWE BIÇIN’    Ji welatiyan Meryem Ozkan (53) jî bertek nîşanî qedexe û dorbêça li ser gund kir û got: "Em niha nikarin heta ber deriyê mala xwe biçin. Pezê me ji gund derxistine şandine Kereşa. Çûyina zeviyên me qedexe ye. Di van zeviyan de fêkiyê me heye, darên me hene. Em bi saya wan zeviyan, daran li vir în. Lê ew jî qedexe ye. Bi şev jî em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin. Em nikarin pezê xwe bibin çoltara gund biçerînin. Em dixwazin ku ev qedexeya li ser gundê me bê rakirin da ku em jî bikaribîn bi rehetî li ser ax û milkê xwe bijîn. Di 15 rojan de dê milkê me hişk bibe.”   ‘EM DI GUND DE ESÎR ÎN’    Ji şeniyên gund Abdullah Ozkan (70) bilêv kir ku ji ber qedexe û dorpêça leşkeran sewalên wan jî gund hatine derxistin û zeviyên wan bêavî hişk dibin û ev tişt got:”Daxwaza me ew e ku demildest ev qedexeya li ser gundê me bê rakirin. Heke ku wisa bidome dê birincê me hişk bibe. Piştî ku ew birinc hişk bû em ê çi bikin? Keda me hemû vala diçe. Em dixwazin ku herkes bê vê derê bibîne. Hê ku zeviyên me yên birincî hişk nebûn bila dengê me bibihîzin. Piştî ku hişk bûn bila kes neyê. Beriya niha nasnameya me dinêriyan û digotin seat 10’an herin seat 4’an werin û destûr didan ku em biçin zevî û baxçeyên xwe av bidin. Lê duh anons kirin gotin,'ferman ji me re hatiye divê sewal û mirovê vî gundî dernekevin’ ev heftiyeke di ketina gund de leşker disekinin û herkesî kontrol dikin. Em nêçar man û me sewalên xwe şandin gundên din. Em niha di gund de esîr in.”   MA / Zeynep Durgut