AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e' 2023-09-17 09:04:14 WAN - AYM'ê têkildarî malbata Şahînê ku li navçeya Rêya Armûşê di avaêtina ser malê de hat binçavkirin û piştî 4 rojên îşkenceyê hat girtin, biryara "binpêkirina mafan" da.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî malbata Şahînê ku di 14'ê tîrmeha 2018'an de li Taxa Yalimerez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di avêtina ser malê de hat binçavkirin û piştî 4 rojên îşkenceyê hat girtin, biryara "binpêkirina mafan" da.    Li Taxa Yalimerezê di avêtina ser malekê de Ayfer, Abdulbakî, Ayhan, Abdûllah û F. Şahîn û Şehrîban Mamûk û Dîlan Gorur hatin binçavkirin. Malbat di dema avêtina ser malê de û piştî avêtina ser malê rastî îşkenceyê û myameleya xirab hat. Malbat têkildarî vê gilî kir, lê dozgeriyê biryara "neşopandinê" da. Piştî vê malbat serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Wanê da. Dadgeriyê jî heman biryar da. Piştî vê malbat serî li Dadgeha Herêmê ya Erziromê da. Piştî ku Dadgeha Herêmê jî serlêdana malbatê red kir, malbat serî li AYM'ê da.    DARIZANDINEKE ADIL NEHATIYE KIRIN   Malbat bi hinceta "qedexeya muameleya xirab hatiye binpêkirin" serî li AYM'ê da. AYM'ê di biryara xwe de diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê doza qeydên kamerayê yên di dema binçavkirin û li midûriyeta polîsan kiriye lê belê meqamên têkildar ragihandine ku dema bûyerê nehatiye tomarkirin û qeydên li midûriyeta polîsan jî jê çûne. AYM'ê di biryara xwe de diyar kiriye ku walîtiyê jî destûr nedaye ku der barê 66 polîsên di bûyerê îşkenceyê de hebûne lêpirsîn bê destpêkirin û ji ber vê serlêdana li Dadgeha Herêmê ya Îstinafê ya Erziromê jî hatiye redkirin û got ku ji ber vê darizandineke adil nehatiye kirin.    AYM'ê di biryara de diyar kiriye ku ger îdiayeke kes a ji bo muameleya xirab hebe, divê dewlet demildest lêpirsîna ceza bide destpêkirin, berprisan diyar bike û hemû delîlan tespît bike û hemû şert û mercên bûyerê zelal bike û ji bo delîl bi awayekî objektîf û bêalî bên dahûrandin, divê kesên lêpirsînê bikin ji kesên tiliya wan di bûyerê de heye serbixwe bê kirin û bi baldan bê kirin û ger sûc bê tespîtkirin divê cezayê hewce bê birîn.    Her wiha AYM'ê di biryara xwe de bilêv kir ku divê walîtî têkildarî îşkenceya bi destê 66 polîsan a li malbata Şahînê hatiye kirin daxuyaniyeke maqûl bidana. Di biryarê de bi berdewamî hatiye destnîşan kirin divê dosye ji nû ve bê vekolandin û pêvajoyeke adil a lêpirsînê bê destpêkirin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Di 14'ê tîrmeha 2018'an de polîsan li Kuçeya Eres a Taxa Yalimerezê avêtibûn ser malekê. Di dema avêtina ser malê de pevçûn rû dabû. Di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji 3 polîsên birîndar yek jê li nexweşxaneyê miribû. Piştî pevçûnê ji ferdên malbatê 2 jê zarok û 8 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî binçavkirinê hatibûn girtin û li girtîgehê rastî îşkenceyek pir dijwar hatibûn. Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hevdîtin bi ferdên malbatê re kriibûn û têkildaî îşkenceyê raporek amade kiribûn û bi raya giştî re parve kiribûn. Di raporê de hatibû diyarkirin ku ji ferdên malbatê serê F. Şahîn hatiye şikandin û 15 polîsan lê xistiye û çendî li Şaxa Zarokan bûye jî hin kes tim hatine ew dane berlêpirsînê û lêxistine.   Ji ber vê parêzerên malbata Şahîn li Serdozgeriya Komarê giliyê 66 polîsan kiribûn. Dozgeriyê giliya parêzeran qebûl kiribû û ji bo vê nivîs ji Walîtiyê re şandibû û xwestibû der barê 66 polîsan de lêpirsînê bide destpêkirin. Lê Walîtiyê daxwaz dozgeriyê red kiribû û ji bo îşkenceya hatiye kirin jî gotiye "hêzên dewletê li gor karbidestiya ku qanûnan daye wan tevgeriyane."    Piştî vê parêzerên malbatê serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê dabûn. ÎStinafê jî serlêdana wan red kiribû. Piştî vê parêzeran serî li AYM'ê dabûn.       Her wiha Dîlan Şahîn  a bi awayekî negirtî dihat darizandin jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin, zaroka wê ji ber wê çûbû.   Ferdên malbata Şahîn ên di 12'ê Kanûna 2018'an de hatibûn girtin, di 6'ê Kanûna 2019'an de hatibn berdan.