Li çolterên Licê operasyona leşkerî 2023-09-17 11:00:54 AMED - Li çolterên Taxa Daraqol a navçeya Licê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.   Li çolterên Taxa Daraqol a navçeya Licê ya Amedê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin. Hêrêma operasyon lê hatiye destpêkirin ji bejahî û hewayî ve tê bombebarankirin. Li ser rêyên diçin herêma operasyonê noqteyên  kontrolê hatine avakirin. Nayê zanîn bê ka pevçûn derketiye yan na. Hat zanîn ku li ser rêya bejahî ya ber bi gundên Licê û Pasûrê ve diçin jî noqteyên kontrolê hatine danîn.